Li ser vê yekê Şaredar û endamên meclîsê îtîraza lêpirsînê kirin. Lê îtîraza lêpirsînê hate redkirin.
Meclîsa Şaredariya Nisêbînê di 6'ê Îlona 2011'an de ji ber çand û pir zimaniya Nisêbînê biryar da ku li navçeyê xebata pir zimanî û bir çandî bimeşîne. Meclîsê di çarçoveya biryarê de navê li ser tabelayên fermî bi Kurdî suryanî û Tirkî nav nivîsandin. Di 6'ê Sibata 2012'an de Mufetişên Mulkiyeyê der barê Şaredar û 25 endamên meclîsa şaredariyê de lêpirsîn vekir. Şeredar Ayşe Gokkan û 25endamên meclîsê di 26'ê Adara 2012'an de li 1'emîn Daîreya Dadgeha Bilind ev yek îtîraz kirin. Di 19'ê Hezîranê de ev biryar hate redkirin.

'Lêpirsîn li dijî hiqûqê ye'
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, bertek nîşanî redkirina îtîrazê da û wiha got: "Em nikarin destûrê bidin windakirina ziman û çandan. Em nikarin li hemberî tunekirin û windakirina ziman û çandan bêdeng bimînin. Em van şert û mercan li pêş îxtîdarê venakin. Êdî mirov li nirxên xwe yên mirovahiyê xwedî derdikevin." Gokkan, anî ziman ku ji bo mirov karibin bêtir bi hêsanî xwe bînin ziman, çand, ziman û nasnameya xwe bijîn ev biryar girtine û ev birayek hiqûqî û demokratîk e. Gokkan, da zanîn ku wan li gorî rewşa Nisêbînê ya xweser ev biryar girtine û ji bo turîzm pêş bikeve girîng e û wiha got: "Lê Wezîrê Karê Hundir der marê min û 25 endamên meclîsêde lêpirsîn vekir. Bi hinceta li dijî xala 3'emîn a Makeqanûnê ya hêjmara 1353'an e lêpirsîn vekir. Em vê hewldana Wezîrê Hundir li dijî hiqûq û demokrasiyê dibînin. Li cîhanê 6 hezar ziman winda bûne. Ji bo ku ziman û çand winda nebin muze tên avakirin. Lê em dibînin ku Kurdî 3u suryanî bi awayekî zagonî nayên naskirin. Divê em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Ger ku ev nirxên mirovan bên windakirin, pişt re hemû derfet bên seferberkirin jî dîsa nikarin bi paşve vegerînin.

'Divê şaredarî daxwaza civakê li ber çavan bigire'
Prz. Osman Zuhat Bilen jî anî ziman ku biryara şaredariyê birrayek demokratik û hiqûqî ye û divê şaredariyî daxwaza gel û civakê ya ji bo xizmetê li ber çavan bigire. Bîlen, anî ziman ku zimanê li Nisêbînê Kurdî, suryanî û erebî ye. Bilen, da zanîn ku piraniya welatiyên Nisêbînê bi Tirkî nizane û helwesta Wezîrê Karên Hundir li dijî hiqûqê ye. 

MÊRDÎN