Weşanên Lîsê 5 kitêbên nû çap kirin. Yek ji wan jî ya dîwana serê herî pêşî ya Cegerxwîn Xoşxwan e, ku ti carî berê nehatiye weşandin.

Weşanxaneya Lîsê, dîwana helbestan a pêşî ya Cegerxwîn ku heta niha qet nehatibû çapkirin jî di nav de 5 pirtûkên nû çap kirin. Yek ji van pirtûkan jî lêkolîna Îhsan Colemêrgî ya bi navê  Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyiyan e.

Weşanxaneya Lîsê, dîwana pêşî ya Cegerxwîn a bi navê “Xoşxwan” çap kir. Cegerxwîn bi xwe behsa vêî dîwanê dike û destnîvîsa wê heye, lê wî xwe nedaye ber çapkirina wê. Li gorî agahiyên wî bi xwe, wî dîwan di sala 1925’an de nivîsandiye. “Dîrok û Şaristaniya Ûrarttûyan” a Îhsan Colemêrgî, “Rêzimana Muzîkê” ya Fatîh Marûfoglû, “Omîdên Windayî” ya Bonîye-Suad Cegerxwîn û “Hesabgêr” a Ferhadê Mihemed jî her çar kitêbên din in ku Lîsê çap kirin. Xoşxwan û Omîdên Windayî bi çeşnên xwe helbest, Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyiyan lêkolîna dîrokê, Rêzimana Muzîkê huner-teorî û Hesabgêr jî bi çeşnê xwe çîrok e.

Serê pêşî ya Cegerxwîn

Xoşxwan dîwana Seydayê Cegerxwîn a yekemîn e. Ev dîwan, ew dîwan e ku nivîskarê wê çend helbestên wê di dîwanên xwe ên din de bi cî kirine û di dawîya dîwana xwe a bi navê “Kî me ez” de gotiye, “Ev her du ristên dawî ji dîwana min a kevnare ne, ko min nedixwest wê çap bikim. Her wekû ev ristên ha, di sala 1348- 1925’an de hatine çêkirin, lê ji ber ko gelek gotinên biyanî tê de bûn û heta awira min jî hatiye guhertin, min nexwest wê dîwanê çap bikim, lê destnivîsî li nik min peyda dibe.”

Cegerxwîneke din

Omîdên Wendayî ya Boniye-Suad Cegerxwîn ji 74 rûpelan pêk tê. Keça Cegerxwînî  şair bi helbestên xwe di Omidên Wendayî de behsa jihevveqetîn, jihevdûrketin, jibîrnekirin, bêrîkirin û dilsozîya merivan dike. Lê ev jihevveqetîn, jihevdûrketin, jibîrnekirin û bêrîkirin ne ji ber sedemên xwezayî ne.

Encama xebata salan

Nivîskar û lêkolîner Îhsan Colemêrgî ji bo kitêba xwe ya bi navê “Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyiyan” demeke dirêj lêkolîn kirin. Ew divê kitêbê de li gorî berhemên dîrokî yên der barê dîroka Ûrartiyan de bi awayekî berfireh li ser dîroka Ûrartûyan hûr bûye û bi hemû hêlên xwe ve behsa dîroka Ûrartuyiyan dike.

Muzîk êdî bi Kurdî jî xwedî rêziman e 

Rêzimana Muzîkê ya Fatîh Marûfoglû, ji sê beşên serekê pêk tê. Başa yekem nivîsandin û xwendina muzîkê ye. Ev beş bi mijara çêbûn û belavbûna deng dest pê dike û dengên ku di çêkirina muzîkê de tên bikaranîn, hatine vegotin. Paşê behsa wê tê kirin, bê ka muzîk çawa tê nivîsandin û xwendin. Pê re jî têgeh û nîşaneyên ku di nivîsandina muzîkê de tên bikaranîn, hatine vegotin. Li beşa duyem, amûr û dengên ku di jendin/strîna muzîkê de tên bikaranîn hatine danasîn. Înstrûment, li gor taybetmendî û cûreyên xwe hatine sinifandin û wisa jî qala wan hatiye kirin.  Bote, cûre û teşeyên muzîkê jî mijarên beşa sêyem in. Di dîroka muzîkê de kîjan bote hatine bikaranîn, hatine vegotin. Li herî dawîyê jî ferhengokek hat amadekirin da ku têgehên sereke yên muzîkê li ber destê xwîneran be.

  Ji 11´an 1 e Hesabgêr  

Pirtûka Ferhadê Mihemed “Hesabgêr” ji 11 kurteçîrokan pêk tê. Her çîrok qala mijar, problem, çareserî û meseleyên şexsî, siyasî, civakî, kultûrî, edebî dike. Her yek bi form û teknîkeke cuda hatiye nivîsandin. Ev formên hanê bi deng û hestên Kurdî hatine têkilhevkirin û strandin. Lewma jî her çîrokek bi xwe, serbixwedî ye. Di dawiya çîrokan de surprîz misoger heye û di hin beşên çîrokan de carinan trajîkomîkî ye ya ku xwe zêde dide der.

Kunyeyên pirtûkan weke li jêr e:

  • Hesabgêr/ Ferhadê Mihemed / Çîrok / 94 rûpel / 2019
  • Omîdên Windayî / Bonîye-Suad Cegerxwîn / Helbest / 74 rûpel / 2019
  • Xoşxwan / Cegerxwîn / Helbest / 174 rûpel / 2019
  • Rêzimana Muzîkê / Fatih Marufoglu / Huner-Teorî / 286 rûpel / 2019
  • Dîrok û Şaristanîya Ûrartûyîyan / Îhsan Colemêrgî / Dîrok / 188 rûpel / 2019 
AMED