Ji ber ku TSK’ê li gel biryaya CKK’ê ya bêçalakiyê di 3 mehên dawî de dîsa bê navber operasyon berdewam kir, 43’ê Endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Li gel ku 43 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan jî ne saziyên dewletê û ne jî saziyên sivîl ên civakî li hemberî van operasyonan dengê xwe bilind kir. Herî dawî piştî ku li Bajaroka Sêdeqnê ya Farqînê operasyon pêk hat û li gorî HPG’ê 20 li gorî TSK’ê 13 leşkeran û 2 HPG’ê jiyana xwe ji dest dan, wekî ku bi mehan e operasyon tune bin, bertek zêde bûn. Serokwezîr û rayedarên dewletê tofan rakir.
Di 3 mehên dawî de di operasyonên bejayî û hewayî yên li dijî PKK’ê de 43 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî li bajaroka Sêdeqnê ya Farqînê operasyon pêk hat û di operasyonê de li gorî TSK’ê 13 leşkeran û li gorî HPG’ê jî 20 leşeran jiyana xwe ji dest dan. Her wiha cenazeyên 2 endamên HPG’ê jî şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Vê yekê „Gelo dê çawa tiştên baş pêk bên“ anîn hişê mirovan. Her wiha saziyên sivîl ên civakî û rayerdarên dewletê ku demek dirêje li hemberî operasyonên leşkerî û siyasî bêdengin, ji nişka ve bertekên xwe bilind kirin û wekî ku sûcê operasyonan û TSK’ê tune be bertekên xwe anîn ziman.

Li gel ku HPG’ê di nava bêçalakiyê de bû di 31’ê adarê de li navçeya Hassa ya Hatayê li dijî endamên HGP’ê operasyon pêk hat û 7 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Di 21’ê nîsanê de li navçeya Bazarcika Gurgumê operasyon pêk hat û 3 endamên  HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û endamekî HPG’ê birîndar hate girtin. Di 26’ê nîsanê de li Dêrsimê operasyon pêk hat û dîsa li gel bêçalakiyê 7 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest da. Di navbera 12-14’ê gulanê de li dervê sînor ê navçeya Qilabana Şirnexê operasyon pêk hat û 10 endamên  HPG’ê jiyana xwe ji dest da. Di 14’ê hezîranê de li navçeya Îmranli ya Sêwazê operasyon pêk hat û 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest da. Di 29’ê hezîranê de li navçeya Çemîşgezeka Dêrsimê operasyon pêk hat û endamekî HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî li navçeya Farqînê operasyon pêk hat û 2 endamên HGP’ê û li gorî hin çavkaniyan 13 li gorî hin çavkaniyan 20 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Operasyonên ku beriya hilbijartinê hebûn, piştî hilbijartina 12’ê hezîranê bêtir fireh bûn û belav bûn.

DÎHA/AMED