
Ok wiha got: "Tevgera me bi biryardariyeke mezin berpirsyariyên xwe bi cih anin ü ev saleke yek ali pêvajoyê dimeşine. Lê belê heta niha li ser lingekî meşiya. Hêzên me yên li deverên cuda ji nav sînorên Tirkiyê derketin. Ev yek bi fedakariyeke mezin meşiya. Li gel keşf û operasyonan jî ev biryar bi cih hat.
AKP û dewleta Tirk bersiv nedan gavnên ku me avêtin. Komîsyona Mirovên Aqilmend hat avakirin ü ev komîsyon ji aliyê AKP'ê ve hat wezîfedarkirin, hin tespîtên girîng kir û ev kir rapor. Lê belê AKP'ê ev rapor cidî negirt. Ji ber ku di raporan de gelek pêşniyarên cidî yên mîna perwerdeya bi zimanê dayikê, sererastkirina mercên li Îmraliyê û azadiya Rêber Apo hebûn."
AKP'ê xwest heta hilbijartinê mijûl bike
Sabrî Ok destnişankir ku AKP'ê bi gotina "Pêvajo baş dimeşe, yê ku pêvajoyê biqedîne dê di bin de bimîne" her kes xist nava bendewariyan lê ti polîtîkayeke çareseriyê ji neşopand. Ok wiha got: "Hevdîtinên li gel Rêberê me, bi tenê bi diyalogê sînorkirî man. Rêbertiyê bi biryardarî destnîşan kir ku divê muzakere destpê bike. AKP'ê ev bang li ber çavan negirt û bi pakêteke bêwate pêvajo xetimand. Tevî ku tiştek nekir, dest li heyeta BDP'ê ya diçe gel Rêbertiyê werda û di pratîkê de vîna gelê Kurd ji nedîtî ve hat û hewldanên Rêbertiyê bê wate hişt. AKP ev pêvajo kir qurbanê hilbijartinan."
Ok destnişankir ku pêvajo bi şert û mercên nû, bi formateke nû ya muzakereyan dikare ji nû ve zindî bibe ya pêvajo wê bi vî rengî bimeşe yan jî wê rewşa xetimandî ya pêvajoyê rê li ber şer û pevçûnan veke.
Divê mijarê de ji Ok wiha got: "Têkoşîna 40 salan nîşan da ku ev yek dê çi bi kê bide qezençkirin, bi kê bide windakirin. Gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê heta jiyana xwe ya azad û demokratîk bi dest bixe wê dewam bike ü têkoşînê berdewam bike."
Di hilbijartinên herêmî de hevserokatî
Derbarê hilbijartinê gerêmi de ji Sabrî Ok xalêb guring anin ziman. Ok ku giringiya sistema hevserokatiyê destnişankir wiha got: "Sîstema Hevserokatiyê, tevî ku li gelek welatan mînakên wê hene jî li Tirkiyê yekemcar derdikeve holê. Ev yek pêşniyara Rêber Apo bû. BDP ji xwe di pratîkê de pergala hevserokatiyê bicih tîne. Bedewiya pergala hevserokatiyê ew e ku azadiya zayendî ji xwe re esas digire. Ev yek nîşan dide ku divê temsîlkariya jinê di qadên civakî, siyasî, rêveberî û hemû qadên din ên jiyanê de di asta ku heq dike, pêk were. Li gel vê yekê, pêngavek ji bo demokratîkbûyîna civakê ye. Ev yek di heman demê de li ser hişmendiyên ne demokratîk û ne azadîperest, guherîn û veguherîna şoreşgerî ferz dike."
Derbarê xweseriya demokratik de ji Sabrî Ok ev agahiyên giring dan: "Lingê herî girîng ê pêkhatina xweseriya demokratîk, şaredarî yanî rêveberiyên herêmî yên li Kurdistanê ne. Ji ber ku gelek aliyên jiyanê; aborî, civakî, siyasî, derûnî, çandî li vê qada rêveberiyên herêmî cih digirin. Rêber Apo her tim kûrahî û çarçoveya wateya temsîlkariya jinê ya di mijara demokratîkbûyîn û azadiyê de raxistiye pêş çavan. Lewma Rêber Apo ji bo pêvajoya ji niha û pê ve ji bo jinan ne kota, asta temsîlkariya wekhev destnîşan kiriye. Ev yek pêngaveke hîn watedar û kûr a demokratîkbûyîn û azadiyê îfade dike."
Derbarê xebatên hilbijartinan de ji Sabrî Ok wiha got: "Li gorî me, di serî de BDP û HDP divê hemû hêzên ji xwe re siyaseta demokratîk esas digirin, pergal, modêl û stîla Hevserokatiyê gelekî baş bi civakê bidin fêmkirin. Felsefe, teorî, propaganda û ajîtasyona vê divê di asta herî bilind de be. Ev pergal kengî xwe gihand gel, dê piştgiriyê bibîne. Eger bi vî rengî bibe, dê gel hîn bêtir beşdarî pêvajoyê biryardayînê bibin û di rêveberiyen herêmî de modêla demokratîkbûyînê bicih were anîn. Di vê mijarê de berpirsyariya tevgerên jinê, hêzên demokratîk û xeta azadiyê ya jinê mezin e. Di pergala hevserokatiyê de zayendek li pêş yek li paş nîne, dê bi hev re bimeşin ü bixebitin. Lewma divê di pêvajoya diyarkirina namzetan de her kes vê rastiyê li ber çavan bigire."
Sabrî Ok pişti ku qirê ji ü gendeliya di siyasetê de destnişan kir bi van gotinan giringiya sistema hevserokatiyê ani ziman: "Di rêveberiyên herêmî yên bi hevserokatiya jinê de, dê sextekarî, rant û ferasetên derveyî demokrasiyê kêm bibe. Bi jinê re, azadî û demokratîkbûyîna civakê, dê pêk were."
ANF/BEHDÎNAN