Ji koma çete ya bi navê Mertalê Firatê, 150 çekdar veqetiyan û tevlî nava refên QSD‘ê bûn.

150 çekdarên ji tabûra El-Sefwa û Ehrar El-Şerqiya yên Mertalê Firatê tevî malbatên xwe bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ji koma Mertala Firatê veqetiyane û tevlî nav refên QSD‘ê bûne.

Daxuyanî ji aliyê yek ji endamên Koma Mertala Firatê Ebû Seyf El-Dêrî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de van kesan got, “Em wekî zarokên Dêra Zorê ji bo rizgarkirina bajarê xwe ji terora DAIŞ‘ê beşdarî Mertala Firatê bûn. Lê piştre me sozên wan ên derew dîtin.

Armancên Tirkiyeyê yên dagirkirina herêmên me hene, dewleta Tirk dixwaze vê yekê bi rêya destekdayîna Mertala Firatê pêk bîne. Me di demeke dereng de QSD nas kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêza tekane ye ku şerê terorê li Sûriyeyê dike.

Li ser vê em veqetandina xwe ji Mertala Firatê û tevlîbûna xwe ya QSD‘ê radigihînin. Bijî Sûriyeya Demokratîk." 


NAVENDA NÛÇEYAN