1'emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyên Yenîşehîr, Sur, Peyas û Rezanê ve tê lidarxistin di roja duyemîn de danê nîvro bi sitranên dengbêjan, êvarê jî bi konserekê berdewam kir.
Li Parka Koşuyolu û li Kolana Hunerê dîwana dengbêjan hate danîn. Dengbej Dayika Meyrem, Seyitxanê Boyaxçî, Apê Selahattin, Silemanê Şirnexî, Cafer, Behiye û Ziynet bi stran û awazên xwe guhdar sermest kirin.

Bi hezaran guhdar kirin
Di konserê de stranên kurdî, tirkî, lazî û hemşînî hatin vegotin. Bi hezaran kesan qada konserê dagirt. Kesên qada konserê dagirtin piranî ciwan bûn. Konser bi rêzgirt û sloganan "Şehîd namirin" dest pê kir.
Di konserê de ewil Koma Newaf a kemençeyan a ji Nisêbînê hat derket ser dikê. Bi hezaran kesan bi kemençeyê govend girtin. Endamên komê jî li ser dikê hem kemençe lê dan û hem jî lîstin.
Her weha hunermend Renas Amed û Koma Grava Rojê jî derketin ser dikê û bi sitranên xwe coşa gel bilind kirin.
Paşê hunermendê ji Deryaya Reş Niyazî Koyuncu derket ser dikê û berî stranên xwe bêje Kazim Koyuncu bi bîranî. Pişt re bi kemençe, tulum û gîtara bas sitranên xwe pêşkêş kirin. Niyazî Koyuncu stranên lazî, hemşînî û tirkî gotin û rastî eleqeyeke mezin ya girseyê hat.
Herî dawî hunermend Seyda Perînçek derket ser dikê û stranên kurdî vegotin. Konser heta dernegî şevê berdewam kir.

 DÎHA/AMED