Di nimêjên vê hefteyê de li dijî zilm û zordariya li ser gele Kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin banga yekîtî û berxwedanê hate kirin. Meleyan di weazan de anin ziman ku oldarên sadiq her tim li dijî zilm û zorê têkoşîn daye û wiha gotin: "Ger ku mirovek li welatê xwe nikaribe bi zimanê xwe serbest biaxive û li ser axa xwe azad negere civak ji heq û hiqûqa xwe bêpar e wê demê ew civak di bin zilm û zorê de dijî. Mirovekî di bin van şert û mercan de bijî têkoşîna wî pîroz e. Gelê mazlum her tim li dijî zilmê bi têbikoşînê mafê xwe bi dest xistiye. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi sedan kes li Baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî kom bûn û ji bo nimêja înê ref girêdan. Li navçeya Bîsmîla Amedê jî nimêja înê wekî her hefteyê li qada tenişta seha xalîçe ya Şaredariya Bîsmîlê hate kirin. Li Sêrtê jî nimêja înê li gel hewaya sar li qadê jor ê avahiya BDP'ê ya Sêrtê hate kirin. Li navçeyên Sîlopî,Hezex û Cizîr û li navenda Şirnexê jî nimêja înê pêk hatin.
Li Amedê jî bi sedan welatî ji ber sermaya zêde û baranê li Sûka bin erdê ya Selahattin Eyyubî ya Deriyê Çiyê nimêj kir. Li baxçeyê şaredariya Êlihê bi tevlîbûna bi sedan welatî nimêja înê ya sivîl hat kirin
Tevî rêvebirên BDP'ê bi sedan kes tevlî nimêja înê ya li navça Serêkaniya Rihayê bûn. Li Wanê jî tevî sir û seqemê bi sedan kesî li otoparka şaredariyê li pey melleyên xwe ref girtin û nimêja înê kirin.
Li Colemêrgê jî tevî berfa dibariya bi sedan kesî nimêja xwe ya înê li avahiya BDP'ê kirin.
Li navça Melezgira Muşê jî bi sedan kesên li avahiya BDP'ê lihev civiyan li pey melleyên xwe ref girtin. Tevî Serokê BDP'a navçê Îhsan Eren gelek welatî tevlî nimêjê bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN