
HDP’ê li sê bajarên mezin nobeta Wicdan û Edaletê pêk anî û li Izmîrê jî nobet ket roja pêncan. Ji welatiyên tên meydanê tên girtin û welatî di nav du barîkatan de bendewariya xwe ya bi sebr didomînin. HDP’ê piştî Amed, Stenbol û Wanê nobeta Wicdan û Edaletê li Îzmîrê da destpêkirin. Nobet ket roja pêncan. Serdanên welatiyan û saziyan pêk tên û bi coşeke mezin bi rê ve diçin. Meydan bi xwe, dor lê hatiyegirtin bi du barîkatan, ji ber wê jî bi hejmareke sînor dar welatiyan berdidin nava meydanê da ku biçin serdana çalakgeran. Welatiyên bi sebreke mezin bendewariya xwe didomînin, bi taybetî jî jin, di dema payînê de li barîkatan dixin, dilîliyênin û li çepikan didin.
DÎHABER/ÎZMÎR