Li gorî daneyan, li Rojhilatê Kurdistanê di nava 5 mehên bihurî de 62 jin hatine kuştin yan jî wan dawî li jiyana xwe anîye.

Li gorî ajansên navxweyî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava 5 mehên destpêkê yên salê de li Rojhilatê Kurdistanê 62 jin hatine kuştin yan jî wan dawî li jiyana xwe anîye. Pirraniya bûyeran li bajarên Îlam û Kirmaşanê pêk hatine.

Li gorî daneyan, ji van jinan, 10 jê bi destê hevser, bav û birayê xwe hatine kuştin. 4 jinan bixwe “xwe şewitandiye” û jiyana xwe ji dest daye. 48 jinên mayî jî, bi xwedaliqandin, dermanxwarin û şêwazên din li gorî îdîayan dawî li jiyana xwe anîye.

Xwekuştin û kuştina jinan ji zarokên 10 salî dest pê dike û heta jinên 60 salî diçe. Temenê 18 kesan di nava 10 ta 20 salî de ye. 13 jin temenê wan di navbera 20 û 30 salan de ye û 31 jinên din temenê wan di navbera 30 heta 60 salî de ye.

Xelk ji şideta li dijî jinê ne razî ye

Bûyera herî dawî li bajarê Pîranşarê bû. Di 24’ê Gulanê de jineke ciwan a 16 salî bi ben xeniqî hat dîtin. Û tê gotin wê bi xwe xwe daleqandiye û dawî li jiyana xwe aniye. Herwiha hefteya bihurî du xwîşkên bi navê Şayste (23) û Esra (22) bi destê bav û birayên xwe bi kêrê hatin kuştin. Ev bûyer rastî gelek nerazîbûnan hat. Xelkê Merîwanê li dijî kuştin û şideta li hemberî jinan rabû. Lê, rastî astengiyên hêzên ewlehiyê hat û hejmarek çalakger hatin destgîrkirin.

Divê ev diyarde nemîne

Berpirsa Komîteya Dîlpomasî ya Komelgeha Jinên Azad a Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sine li ser mijarê ji me re axivî û diyar kir ku şideta li hemberî jinan ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê heye û got; “Li seranserê Îranê bûyerên şidetê belav bûne, lê li Rojhilat zêdetir in. Divê li şûna ku jin hebûna xwe ji holê rakin, hewl bidin wê hişmendiya ku li ser wan tê ferzkirin, bişikînin. Yekgirtinê di nava xwe de çêkin.”

Berpirsa Komîteya Dîlpomasî ya KJAR´ê Ciwana Sine bal kişand ser rola rêxistin û aliyên siyasî û diyar kir ku divê rola wan di rêxistinkirina civakê û jinan de hebe û piştgiriya hemû jinan bikin ew jinên ku xwe bi tenê hîs dikin da ku ev diyarde nemîne.

 

ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN