
KAKŞAR OREMAR
Roja 9´ê Nîsana 1929´an, li bajarê Laçînê, paytexta komarê, girî û şîneke giran bû. Xweziyên şênbûyî di bihara temenê xwe yê sava de dihatin binpêkirin. Wê rojê li pey hewldanên çend salan ên kesên wekî Ceifer Baqirov( 1896-1956 ) bi destûra serokê giştî yê Hikûmeta Sosyalîstî a Soveyêtê (USSR- 1917-1991) anku Josef Stalîn( 1878-1953 ), dawî li desthilatdariya herêmî a Kurdistana Sor hat. Stalîn wek dîktatorê navdar ku bi çavsorî ketibû karê jiholêrakirina gelek destketiyên şoreşa Çiriya Pêşîn a sala 1917an, vê carê dawî li avakirina wê hêlînê anî ya ku li pey peymana Sykes-Picot (16´ê Gulana 1916´an) bûbû hêviya milyonan kesan. Di rûberê berfireh ê bi qasî 22.402.200 kîlometreyên bi çarçik yê axa Sovyetê û nifûsa wê a çend milyon kesî, Kurdên ku bi qasî dîrokeke dûvdirêj rûniştvanên herî dêrîn yên herêmê bûn, ketin ber bayê xezeba siyaseta reş a Stalîn. Hikûmeta wî a ku digot, ala me wê wek sembol û mizgîniya azadî, demkorasî û wekheviyê li hemû cihanê bê hildan, biçûktrîn hikûmeta otonom a di nava sînorên xwe de, tine dikir. Di dilê Kurdên li Kurdistana Sor de wê ala sor cihê xwe da aleke reş û bextreşiyên bêdawî.
Ji 1923´yê heya 1930´an
Ji sala 1923´yê heta 1930´an Kurd li Qefqasya xwedî komarekê bûn ku bi awayê fermî navê wê "Komara Otonom a Kurdistan" bû, an jî "Kurdistana Sor". Di hinek jêderan de jî bi navê “ Qezaya Kurdistanê” hatiye binavkirin, lê binavkirineke wiha kêm hatiye bihîstin. Wan salan, di edebiyata siyasî a Azerbaycanê de wek “Qizil Kurdistan” û di ragihandina Rûsan de jî wek “Krasniy Kurdistan” hatiye nivîsîn û nasandin.
Axa Kurdistana Sor berdewamiya axa rojhilat û bakurê Kurdistanê ye. Vê axaê li pey hatina “Îslama Ereban” demeke dirêj anku heta sedsala 13´an (zayînî) di nava sînorên desthilatdariya Şedadî, Eysanî û Rewadî yên Kurd de cih girtiye. Piştî hatina bavik û qebîleyên Tirk ên ber bi Îran û Kurdistanê ve, ew mîrîtî bi xwînê ji holê hatin rakirin. Herêm pirrî caran di nava Tatar, Selçûqî û hinek hikûmetên stemkar ên Îranî de dest bi dest dibû, lê xala balkêş ew bû ku Kurdan bi can û dil ziman û hebûna xwe weke neteweke cuda ji wan diparast. Kurd heta sala 1937´an jî li wir pirraniya rûniştivanên herêmê bûn. Îro ew herêm di bin desthilatdariya Ermenistanê de ye, lê Kurdên wir û sirgûnkirî hê jî wir wekî pareke cudanebûyî ji axa Kurdistana mezin dihesibînin. Avakirina Kurdistana Sor weke xewn û xeyal nabînin û bi hêvî ne ku careke din rastiyên dîrokî yê bêne cîbicîkirin.
Berê ew erdnigariya di navbera Ermenistan û Qerebaxê de li gorî pirraniya çavkaniyan heta sala 1929´an li jêr nave fêrmî yê “Kudistana Sor” bi awayê otonom dihate naskirin. Bajarê Laçînê jî weke paytexta wir hat destnîşankirin ku şêniyên wê pirranî Kurd bûn. Kelbajar (Kelbecer), Qûturlî, Qûbadlî, Karikişlak, Kurdhacî, Zengîlan, Muratxanlî û pareke axa nahiyeya Jabraîl wek nahiye an jî herêmên Kurdan di nava sînorên wê komarê de cih digirtin. Li gorî serjimêrî an jî anketên wan salan hemû şêniya di nava sinorên Kurdistana Sor de nêzî 52.000 kesan bûye. Ji wê hejmarê nêzî 75 ji sedê nifûsa herêmê Kurd û yên din jî komên weke Azerî, Ermen, Tat û yên din bûn. Kurdî zimanê fêrmî û Kurd bi zaravayê Kurmancî diaxivîn ku piştre li pey têkçûna hikûmeta otonom rayedarên hikûmeta Azerbaycanê serjimêrî ne li gor komên etnîkî belkî li gor aliyê wan yê mezhebî pêk anîn û wiha dane diyarkirin ku "piraniya nifûsa herêmê Şîî û bi zimanê Azerî diaxivin. Jê tenê nêzî % 6 bi Kurdiya Kurmancî diaxivin.”. Pirraniya jêderên dîrokî hejmara herî zêde a şêniya Kurdên Qefqasya di nava sînorên komara Azerbaycanê de dane xûyanîkirin, lê siyasetvanên weke Ceifer Baqirov di nava qaşo sînorên sîsetemeke sosyalîstî û xwedî dirûşmên beraq de hemen siyaseta Kemalîstan a înkar, asîmîlasyon û sirgûnê li dijî Kurdên herêmê cî bi cî dikir. Li Bakurê Kurdistanê kîjan siyaset li dijî hebûn û dîroka azadîxwaziya Kurdan dihate meşandin, kopya wê li ser maseya karê Ceifer Baqirov bû. Piştî ku sala 1926´an pirsgirêkên li ser wilayeta Mûsil di navbera Brîtaniya û Komara nûavabûyî a Tirkiyeyê de çareser bûn, Ingilîzan weke hêzeke xwedî biryar him li Tirkiyeyê û him jî li Iraqê çavê xwe li qedera Kurdan a paşerojê miçand. Sovyet jî li pey bidawîhatina şerên navxweyî û tevkujiya milyonan kesan, careke din li dijî herêmên nûavabûyî yên weke komarên otonom dest bi zindîkirina siyaseta beriya sala 1917´an kir. Karê ku W. I. Lenîn (1870 – 1924) gihandibû encamê, Stalîn berevajî wî dikir. Di vê navê de Kurd li her derê hatin jibîrkirin. Hevgirtineke bihêz jî di nava serkêşên serhildanên wê demê li Kurdistanê de çênebû ku dewletên weke Brîtanya, Sovyet û Fransayê neçar bike ku çav û guhên xwe li ser daxwazên Kurdan yê rewa negirin.
Herêma ku îro bûye pirsgirêka herî bingehîn a di navbera du dewletên Azerbaycan û Ermenistanê de, nêzî heft salan di bin desthilatdariya Kurdan de bû. Ji hêla partiya komunîst a Sovyetê ve kesekî bolşevîk yê bi navê Husnû Haciyev (1897-1931) kirin serokê wê herêmê ku bi xwe ji bajarê Şuşa bû.
Pêşîneya Kurdan li herêmê
Di pirraniya çavkaniyên dîrokî de pêşîneya Kurdan li herêmê vedigere sedsalên 9-10ê zayînî. Di serdema Sefewiyan de jî li ser daxwaza Şah Ebbasê Sefewî hinek Kurd ji Ûrmiyê, Xoy, Poldeşt û Maku ber bi wir ve hatine dûrxistin. Armanc ew bû ku herêmeke wek “çeper” di navbera du Împaratoriyên Sefewî û Osmanî de bê çêkirin. Di sedsalên 17 û 18´an de ew herêm di bin desthilatdariya Xanatên Qerebax û Yêrîvanê de bû. Piştre herêm bû pareke axa Rûsyayê û dawî li Xanata Qerebaxê jî hat. Kurd ketin jêr desthilatdariya dewleta Rûsya Çariyê. Ji wir û bi şûn ve îdeya pêşkêşkirina otonomiyê ji ber zêdebûna hejmara Kurdên wir bûbû mijareke siyasetvanên Moskovê. Çalakiyên Kurdan jî ji bo meremeke wiha hebûn, lê ew daxwaz zû nehate cih. Li pey şoreşa 1917´an û çêbûna dewletê bi awayê şiwrî, ew daxwaza Kurdan a dîrokî careke din kete rojeva Moskovê. Sala 1918´an li Baku partiya Seadet bû desthilatdar û xwest ku li dijî Ermeniyan hêza Kurdan bi kar bîne, lê di karekî wiha de zêde bi ser neketin. Hewldanên Kurdan encam dan û wan karî piştgîrî û bala rêberê Bolşevîkên Azerbaycanê Nerîman Nerîmanov (1870 – 1925) ber bi xwe ve bikişînin. Di destpêka sala 1923´an de komîteya navendî ya Partiya Komûnîst a Soveyetê li pey lêkolînên dîrokî, şiwreke domdirêj bi dîrokzan û pisporên şereza li ser rewşa Kurdên herêmê, damezirandina “Kurdistana Sor” ragihandin.
Wan salan karekî wiha ji hêla rêberê "Şoreşa Oktoberê" rastî qedirnasiya Kurdan hatibû. Piştre helbestvan, stranbêj, dîrokzan û civaknasên Kurd li ser “Lenînê mezin” nivîsîn, gotin û pesnê bîr, raman û xizmeta wî dan. Dilgermiya Kurdên Kurdistanê jî bi destketiyên şoreşê mezintir bûbû. Ew mafê rewa û qanûnî bihara sala 1929´an ket ber siyaseta reş a Stalîn. Kesê ku cihê Lenîn girtibû û hemû reform û bernameyên şoreşa wî xistin pişta guhê xwe. Wê salê, tevî guherandinên birêveberiya îdarî û siyasî a komara Azerbaycanê jî, dawî li jiyana Kurdistana Sor jî anîn. Hemû bajar û herêmên wê bi Qerebaxê ve hatin girêdan. Piştî ku lêkolînên erdnigariyê li ser herêma Kurdan hatin kirin, Rûs bi dewlemendiya wê axê hesiyan û zanîn ku kanên petrolê û dewlemendiyên din ên xwezayî tê de hene. Ji hêla din jî endamên komîteya navendî a Partiya Komûnîst dixwestin li dijî dewletên cîran hisên neteweyî ên çina biçûk a civakê hişyartir bikin. Ji ber wê jî careke din di 25ê Gulana sala 1930´î de Cebralî û Zengîlan jî xistin nava sinorên Kurdistana Sor û wir wek hikûmeteke otonom îlan kirin. Komara sosyalîstî a Azerbaycanê ti pêşwazî li siyaseteke wiha a Moskov nekir, lê dijberiya hilanîna pêngaveke wiha jî nekirin. Di belgefilmekê de ku bi zimanê Azerî ye ew dilxweşiya xwe ji bo avakirin, destketî û dewlemenidya ax û çanda Kurd li wê herêma otonom didin diyarkirin.
Parvekirinên nû û Kurdistana Sor
Wan salan parvekirinên hemû erd, welat û herêmên di nava sinorên Sovyetistana berê de li gorî salê tim dihatin guherandin. Wan berî her tiştî berjewendiyên xwe yên siyasî-aborî li ber çav digirtin. Di xema wan de nebû ka ji bo meremeke wiha kîjan gel an jî hindikahiyên etnîkî dibine qûrbanî û tên asîmîlekirin. Di destûra bingehîn a dewleta Soyaylîstî a Soveyetê de yekemîn rêberê şoreşê anku Lenîn li ser maf û daxwazên neteweyên biçûk têbîniyên xwe bi cih kiribûn û ji Partiya Komûnîst dixwest ku ew komên biçûk ên etnîkî bi hemû taybetmeniyên xwe yên çandî, ziman û neteweyî, bêne parastin. Anku di bin zextên neteweya zêde de li dever an jî komarekê nekevin ber şilqên hisên kor ên şovenîstî. Li pey hatina Stalîn rewş hate gûherîn. Tevî ku du parên mezin ji axa Kurdistanê di bin desthilatdariya Îran û Tirkiyeyê de bûn, wan tevî dewleta Soveytê peywendiyên xwe yên siyasî-aborî bi mercê ji holêrakirina wê komarê girêdidan. Dîktaorekî weke J. Stalîn hemû qanûnên serdema Şoreşa Oktoberê û Lenîn ên ji bo parastina hindikahiyên etnîkî, kirin qûrbana girêbestên aborî-siyasî. Tevî têkdana komarê di wan 8-9 salên piştre de, Kurdên Qefqasyayê hezaran kîlometreyî kom bi kom ji wir hatin dûrxistin. Di şertên herî dijwar ên zivistana sala 1930´î de pirraniya Kurdan ber bi Asya Navîn û Qezaxistanê ve hatin dûrxistin. Îro ew li komarên weke Qezaxistan, Qirxizistan, Ozbekistan hene.
Li pey derbasbûna salên dirêj hê jî Kurdistana Sor ji bîra dîrokê neçûye. Hê jî hinek kes li ser wan çend salên xweş û destketiyên zêrîn diaxivin. Stalîn bi ramanên xwe yên xeyalî cara duyê sala 1946´an bû sedema têkçûna komara Kurdistanê ya Mahabadê û Azerbaycanê bi navend Tebrîzê jî. Helbet di navbera Laçîn û Mehabadê de li Agirî jî wî hevkariya Komara Tirkiyeyê Tirkên ya dagirker kiribû û Komara Ararat jî ji holê rakiribû.
