Şîlan Ereb, jineke ciwan a ji Mexribê ye. Lêgerînên wê ew gihande xaka şoreşê Rojava. Şîlan xwest bibe yek ji hezaran jinên ku li dijî tundiya li jinê têdikoşe, ji bo wê jî dest ji jiyana xwe ya rojane berda û tevlî nava nava refên YPJ’ê bû.
Şervana Mexrîbî Şîlan Ereb bi van gotinan qala tevlêbûna xwe kir; “Hedefa min a sereke ya hatina Rojava dîtina birayê min bû. Birayê min weke şervanekî cihê xwe di nava refên QSD’ê de digirt. Dema min ew dît ji min re qala jiyan û têkoşîna şervanên YPJ’ê kir û pêşniyar kir ku ez jî tevlê nava refên YPJ’ê bibim. Ev gotinên birayê min bala min jî kişand û ez tevlêbûm. Destpêkê ez ditirsiyam ji ber min ti tişt der barê jiyana YPJ’ê de nezanîbû. Lê piştî ku ez tevlê dewreya perwerdeya akademiya şehîd Rojda Minbic bûm min têkoşîna YPJ baştir nas kir. Min wek jin kesayeta xwe di vê akademiyê de nas kir. Her wiha min kesayeta jina azad jî nas kir. Di vê mijarê de dersa dîroka jinê bi danehevên dîrokî dagirtîbû. Min bi rêya vê dersê nas kir ka jin çawa dikare xwe ji zilma pergala baviksalarî ya desthiladar rizgar bike.”
AVRÎN MAHSÛM / ANF/KOBANÊ