Lê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê red kir ku ti proje û însiyatîfek li gel Nûcêfî hebin.
Li gor Şerq El-Ewsed, Nivîsîngeha Serokê Parlementoya İraqê Usame Nûcêfî di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî Nûcêfî ji serdana Herêma Kurdistanê vegeriya; “Nûcêfî însiyatîfeka xwe ya giştî ji Barzanî re ragihandiye û xwe wekî Serokê Parlamentoyê berpirsê çareserkirina pirsgirêkên navxwe û derve datîne.”
Di daxuyaniyê de tê gotin ku însiyatîfa Nûcêfî behsa wê yekê dike ku “hinek aliyên nû ji bo nehiştina hemû astengiyên ku rêya damezirandina bingehê İraqa Nû radiwestin. Herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Navendî û Herêma Kurdistanê bingehek baş xweş dikin. Li ser bingehê yekîtiya nîştîmanî û yek parçeya xaka İraqê bi rêya çareserkirina nakokiyan, nêzîkbûna dîtina û pêşxistina xalên erênî.”
Lê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hûsên derbarê daxûyanî û însiyatîfa Nûcêfî de got: “Nûcêfî ti însiyatîf, pêşniyar yan jî projeyek li gel xwe ne anîbû, lê danûstandin erênî bûn.”
Fuad Hûsên bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê asiyîkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr de çend xalên serekî hene. Ew jî, girêdana aliyên siyasî ya bi destûra İraqê, cîbicîkirina peymana Hewlêr û tevayî 19 xalên Kurdan in. Hûsên di berdewama daxûyaniya xwe de dibêje: “Ew xal ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu hikûmetan de bingeh xweş dike.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya Dr. Roj Nûrî Şaweys nameyek ji Malikî re şandibû. Fuad Hûsên dibêje: “Heya Malikî bersiva nameya Barzanî nede, ti şandeke Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Navendî û Herêma Kurdistanê de serdana Bexda nake.”

Biryar bû di nava çend rojan de şandeka Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih ji bo guftûgokirina li ser pirsgirên İraqê serdana Bexda bikin, lê ew civîn hat paşvexistin.

BEXDA