Elî Şerîetî fîgurekî civaknasiya Îslamî ye ku mirov gelekî dikare li ser minaqeşe bike. Ew hem di tevgera li dijî şah û modernîzma wî de bi roleke sereke rabû, hem jî rê li ber peydabûna tevgereke xurt a rewşenbîriya Îslamî li Îranê vekir. Elî Şerîetî li malbateke dijberê modernkeriya Şahê Îranê sala 1933’yan li nêzî Meşedê hatiye dinê. Ew di dema darbeya li dijî Mohammed Misadiq de sala 1953’yan li ber darbeyê radibe û di nava berxwedana li dijî darbeyê de cihê xwe digire. Elî Şerîetî xwendina xwe li Meşedê dike û li wir sala 1955’an di beşa pedagojiyê de lîsansa xwe distîne. Ew ji tevgera muxalif venaqete û sala 1957’an tevî 16 hevalên xwe tê girtin. Ew piştre bi bursekê li Parîsê li zanîngeha Sorbonne civaknasî û dîroka Îslamê dixwîne û sala 1964’an doktoraya xwe dike. Li wir ew bi minaqeşeyên li ser Karl Marx û Sigmund Freud, Henri Bergson, Jean-Paul Sartre û Camus, Kolonîzmê û emperyalîzmê, dema Şoreşa Cezayîrê, dibe. Fikrên wî bandorekê mezin li ser ronakbîrên Îranê kir. Muhemmed Îqbal û Celaleddîn Rûmî jî bandorekê mezin li fikrên wî kiribûn. Ew 1964’an diçe Îranê, tê girtin û paşê tê berdan. Piştre li Zanîngeha Meşedê dersê dide. Dersên wî bandoreke mezin li xwendekaran dike. Ew piştre diçe Tehranê û li Hiseynî Îrşadê dersan dide. Ew bi vê re jî gelekî bi nav deng dibe û Savak (Îstîxbarata serdema şahî ya Îranê) jî tê girtin. We gelek caran hat girtin û berdan. Sala 1974’an jî 18 mehan hat tecrîdkirin. Gava 20’ê Adara 1975’an hat berdan jî, dersdan, civîn, weşandin û xwepêşandan lê qedexe bûn. Elî Şerîetî ji ber vê rewşê bêzar dibe û diçe Ingilîstanê. Lê hefteyekê paşê 19’ê Hezîrana 1977’an li bajarê Southampton tê kuştin. Her çiqas kuştina wî zelal nebûbe jî, qebûla giştî ye ku Savakê ew kuştibe. Wî bi nivîs, konferans û fikrên xwe bandoreke mezin li ser tevgera Îranê ya dijberiya Şahî kiribû. Şerîatî şoreşeke civakî dikir armanc û diparast. Wî li ser civaknasiya îslamî gelek berhem anîbûn. Hin ji van Hec, Divê çi bê kirin, Manîfestoyeke xweavakirin û reformasyonê ne.  NAVENDA NÛÇEYAN