
Şeş aktorên ji Sûrî ku yek ji wan Kurd e, berê xwe dane bajarê berxwiriyê, dewlemendiya sermayê û nîşana hêza Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), New Yorkê. Ji bo vê jî nîvê dinyayekê rê diçin, helbet piştî ku pirsgirêkên vîzeyê yên hatî zehmetkirin li pey xwe hiştin.
Ev dibe nakokiyeke ecêb ku wê li dinyaya azamiyên heta fehşîtiyê diçin, behsa şerekî hovane û welatekî bi êş û azarê rapêçayî bê kirin.
Rojnamevana ajansa Nûçeyan a Fransî AFP´ê Jennie Matthew, behsa vê serpêhatiya şanoyê kiriye. Navê lîstika wan jî “While I Was Waiting / Dema ku ez li bendê dimam“, cara pêşî li New Yorkê li festîvala salanme ya Lincoln Center Festival hat nîşandan û New Yorkiyên temaşe kirî jî bi xêra wê li hayil bûn ku ew kesên di nava şer de mayî jî hema wekî wan mirov in.
Sam Sacks ê 37 salî yek ji wan e ku dibêje, “Her kesa li New York wê di cih de ji karekteran fêm bike. ew karekter dişibin mirovên ku mumkin e li vir cîranê mirovî bi xwe bin.”
Taim ê di komayê de
Herçî lîstik e, li ser Taim e. Taim filmçêkerekî ciwan e, li nuqteyeke kontrolê ya li Şamê piştî ku lêdanê dixwe dikeve komayê. Ev êş û azara wî çi tesîrê dike li dayik, xwîşk, hevala wî û yên din, lîstik li dor wê digere.
Dema ku karakter êdî behsa rabihuriya xwe dikin, mijara dramê dibe ew yek ka çawa şerî li Sûriyê jiyana wan a çîna navîn serûbinîhev kir. Ev lîstik bi Erebî bû û bi jêrnivîsa Ingilîz hat nîşandan, lê diyar e ku temaşevanan wisa rehettir temaşe ki û pêşî li wê yekê hat girtin ku di rojnameyan de neyêniyan bixin stûyê lîstikê û naveroka wê.
Hemû insan in
Hevdu maçkirin, hezkirina muzîkê, ji dayika hatî serdanê veşartina cixare yan jî tutinê û jinên ciwan ên bi rengên ewrûpî cilûberg li xwe kirî dibe ku temaşevanan ecêbmayî bihêlin, ji ber ku ew li klîşeyên welatekî pirraniya şêniyên wê Misilman û Ereb nayê.
Henrietta Gwaltney ku xebatkareke xizmeta civakî ye li New Yorkê dibêje, “Ev careke din piştrast dike ku em hemû mirov in, di heman kelekê de em bi hev re ne.”
Produksiyona four-nightê şeş aktirên şanoyê, xebatkarên teknîkê anîn New Yorkê û bi tenê daxwaza yek kesî ya vîzeyê hat redkirin.
Mohammad Al Attar senaryoya wê nivîsiye û cara pêşî li Brukselê par lîstik derketibû pêşberî şanohezan. Ji hingê ve tûrneya xwe ya Ewrûpa û Japonyayê li pey xwe hiştiye. Heta şemiyê jî wê li DYE´yê li ser dikan be.
Hêviya xelkê nemaye
Nanda Mohammad yek ji lîstikvanan e, halê hazir li Misrê dijî, û çûna xwe ya DYE´yê di çarçoveya dayîna peyamekê li dijî steriyotîpan de dinirxîne: “Ya rastî, ez nizanim ka em dikarin wê biguherin yan na, lê ya muhim ew e em bikin.”
Ji rêveberên festîvalê Nigel Redden bawer kiriye ku ev lîstik wê baş bê pêşwazîkirin, yek ji sedeman jî li gora wî New York bajarekî dijberî Donald Trump e.
Derhênerê lîstikê Omar Abusaada niha li Şamê dimîne û sala 2010´an jî carekê çûbû New Yorkê, ji bo pêvajoya vîzeyê dibêje, “pêvajoya herî zehmet a ji bo vîzeyekê“. Ew li welatên Rojava tenê nihêrîna li Esed û DAIŞ´ê rexne dike û dibêje, bi xelkê li Sûrî re êdî hêvî nemaye ku huner dikare tiştekî biguhere, lê ew dîsa jî vê hîviya xwe diparêze.
NAVENDA NÛÇEYAN