Li gor çavkaniyên herêmî şer di navbera supay pasdaran û gerîllayên HRKê de qewimî û ev nûçe ji aliyê Ajansa dewletê ÎSNA’yê ve jî hat piştrastkirin. Ajansê ragihand ku 4 pasdar hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Di 24’ê nîsanê de, li herêma Nodşe ya Hewraman hêzên rejîma Îranê dest bi operasyoneke berfireh kiribûn. Li gor çavkaniyên herêmî, li herêma Nodşe, di navbera artêşa Komara Îslamî ya Îranê û gerîlayên Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK de di saetên destpêkê yên rojê de şer qewim û heta derengiya şevê berdewam kir. Ajansa ÎSNA’yê ragihand ku di şer 4 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Hat zanîn ku termê pasdarên kuştî bi maşînek leşkerî birine nexweşxaneya bajarê Pawe. Tê gotin ku her hêzên rejîmê piştî şerê qewimî, li herêmên Hewraman û Pawe operasyona xwe berfirehtir kirine û gelek pasdarên girêdayî yekîneya Ensarulresûlî ya li Kirmaşan li herêmê û bi taybetî li Milendû hatine bicihkirin.
Biryargeha Navendî ya Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) heta niha di derbarê şerê qewimî de tu daxuyanî nedane.
ANF/PAWE