Şerên dinavbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad Şam (DAIŞ) li herêma Cindirêsê û bajarokê Atmê 25 Îlonê despê kiribû piştî Artêşa Hur kete navbera herdû aliyan rawestiya bû. Ji bo rawestina şer dewam bike dinavbera Artêşa Hur û YPG’ê hevpeymanek hate îmze kirin. Di peymana di navbera YPG’ê li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê û Fermandariya giştî ya Artêşa Hur de pêk hatin, her du aliyan li ser pevçûn werin rawestandin li hevkirin. Li ser vê bingehê Fermandariya giştî ya Artêşa Hur dê li ser girên herêma Atmê bi cih bibe û YPG’ê jî li ser hemû girên herêma Efrînê bi cih bibe.

Di hevpeymana hatiye îmzekirin de hate destnîşan kirin ku: “Piştî hevdîtinên bi YPG’ê re ji aliyê Fermandariya giştî ya Artêşa Hur ve li ser mijara pevçûnên ku 15 rojan rûdane, li herêma Atmê ji ber nelihevkirin herdu aliyan ku di encamê de ziyanê digihîne şoreşa Sûriyê û tenê rêjîma Baas jê sûd werdigire. Ji ber vê yekê jî pêwîst e hemû pevçûn di navbera herdu aliyan de werin rawestandin.”

Xalên hevpeymanê
Ji bo agirbestê herdu aliyan li ser van xalan li hev kirin.
-  Fermandariya giştî ya Artêşa Hur  ji bo her du aliyan wek navbênkar were qebûlkirin.
-  Divê Fermandariya giştî ya Artêşa Hur girên stratejîk li herêma Atmê desteser bike.
-  Hemû girên stratejîk ên herêma Efrînê di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bin.
-  Girên ku ji bo herdu aliyan stratejîkin werin valakirina.
-  Hemû girtî û di serî de yên sivîl serbest werin berdan.
-  Divê herdu alî, welatiyan tengezar nekin.
-  Çekdarên herdu aliyan li herêma ku li ser li hev kirine dê negerin.
-  Divê ketina çekdaran ya navçeyên Efrînê were qedexe kirin. Tenê di demên karên leşgerî û bi agahdarkirina aliyê din.
-  Eger ev tişt ji herduyan ve pêk nehat, hevpeyman têk diçe.
-  Ev hevpeyman ji gundê Celemê heta gundê Dokan (Mille Xelîl) di nava xwe de digire.
-  Dema ku ev hevpeyman hate binpêkirin divê bi lez were çareserkirin û ji bo vê yekê divê navendeke hevbeş di navbera herdu aliyan de were avakirin.
-  Çi binpêkirin ji çi alî pêk bê, dê li pêşiya dadgeha rewa were darizandin.

EFRÎN




Li Efrînê 4 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku pevçûnên li derdora gundê Meerîn ê Ezizê didomin û 4 çete hatine kuştin, her wiha 3 wesayîtên çeteyan hatiye ruxandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pevçûnên li derdora gundê Meerîn ê girêdayî Ezaza Helebê ku duh di saetên êvarê de di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) destpê kiribûn didomin.
Hate gotin ku di pevçûnên îro de 4 çete hatine kuştin û 3 wesayîtên wan hatine hilweşandin. Çavkaniyên YPG’ê dan zanîn ku hêzên wan 12 keleşnîkof, hin guleyên hawanan, yek RPG, hin rext, sendoqek çebilxane û cîhazekê bê têl jî destser kirine.

 ANHA/ EFRÎN