Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ji partiyên Azadî, Yekitî û El Partî ku di bin navê ‘Yekitiya Siyasî’ de hatine cem hev re nameyek vekirî weşand. Hemo diyar kir ku ev partiyên mijara gotinê di hemû êrîşên li ser Rojava de li cem êrîşkaran cih girtine û ji dijminan zêdetir zirar dane.   Hemo destnîşan kir ku Rojava di rewşeke siyasî ya pir hesas de derbas dibe û got: “Lê mixabin helwest û seknên siyasî yên partiyên Kurd ne li gorî bersivdayîna vê pêvejoya hesas in. Li şûna ku partiyên me hemû xwe di helwesta neteweyî de bikin yek dikevin nav hesabên siyasî yên teng û di nava berjewendiyên hizbayetiyê de xwe dixin xizmeta siyasetên cuda.”

Hemo bi bîr xist ku ger îro dinya Kurdan muxatab digire, li her platformê bangî Kurdan dike divê baş bê zanîn ku ev yek girêdayî berxwedana YPG’ê û şehîdên wê yên qehreman e. Hemo bi lêv kir ku YPG’ê gelên Rojava li hemberî hemû êrîşan parast û wiha berdewam kir: “Di vê parastinê de me gelek şehîd dan. Heya niha jî gelek endamên me di zindanên rejîmê de girtî ne. Me gelê xwe li hemberî komên çete jî parast. Li Eşrefiyê, Efrînê, Serêkaniyê, Tiltemir, Hesekê, Dêrikê û hemû deverên din bêyî ku tu hesaban bikin, bi qehremanî li ber xwe dan û me bi sedan şehîd dan. Ev yek heya îro jî berdewam dike û heya yek ji me hebe ev yek dê bi vî rengî bidome. Îro ger hûn diçin derve û dinya we cidî digire, bi we re li ser meseleya Kurd û çareserkirina pirsgirêka Kurd nîqaş dike, ev yek bi saya lehengên YPG’ê û têkoşîna wê ya lehengî ye.”
Hemo got ku ger ev berxwedana YPG’ê nebûya tu kesê Hekîm Beşar, Salih Muslim, Ehmed Silêman, Hemîdê Hecî Derwêş, Mehemedê Musa, Mehyedînê Şêx Elî, Fuad Elîko, Îsmaîl Hemê û rêveberên din ên Kurdan pêşwazî nekiribana û dê ew tu carî derbasî welatê xwe nekiribana. Hemo ev bang li rêveberên saziyên din kir: “Gelî rêveber, sekreter û serokên Kurdan; meziniya we û girîngiya we ne ji we ye, hûn deyndarên berxwedana şervanên YPG’ê û gelê Kurd in. Lê hemû rêveberên Kurdan li hemberî vê berxwedanê rêzdar nîn in. Divê ku hûn li gorî vê yekê tevbigerin, nexwe dîrok destê xwe ji ber singa (pêsîra) we bernade.”

 Dijminatiyê dikin  

Hemo anî ziman ku helwesta partiyên ku bi navê Yekitiya Siyasî hatine cem hev li dijî destkeftiyên gelê Kurd e û wiha domand: “Di vê rewşa siyasî ya nebaş de, bi taybet helwesta partiyên ku di îtihad siyasî (yekitiya siyasî) de cih digirin, li hemberî berxwedana gelê Kurd tevgera wê gelek neyînî ye. Li hemberî berxwedana gelê Kurd xwestin di nav helwesteke astengiyê de cih bigirin. Em bi xwe wekî YPG’ê gelek caran hatin ber deriyê wan û me xwest ku em ji wan re rêbazên xwe ragihînin, lê wan tim li hemberî me xwest piştgiriya êrîşkaran û dijminan bikin. Di şexsê hinek Kurdên xayîn de wan alîkariya komên êrîşkar kir û tim û tim berxwedana me jinedîtîve hatin. Gelo wijdanê wan qet naêşe li hemberî evqas şehîdan?”
Hemo diyar kir ku partiyên li ser navê Kurdîtiyê derketine bi çeteyan re êrîşî şervanên gel dikin û wiha berdewam kir: “Jixwe we bi her rengî destek dida komên DAIŞ‘ê, li Til Eran û Til Hasil we wekî leşker di komkujiyê de cih girt. Di êrîşên deverên din de jî we bi helwesta xwe ya siyasî piştgirî da van hêzên çete. Ev jî ne bes bû êrîşên bombeyî yên ku li Amûdê, Qamişlo û Efrînê çêbûn bi her rengî bêhna we jê difûre, hûn erkên xwe baş bi cih tînin, erka we hespê Trovayê ye! Herî dawiyê, di bûyera li Efrînê rû daye de, ango di kuştina xortê bi navê Kawa Husên a bi rengekî hovane de, bêyî ku tu lêkolîn li ser were kirin, we em sûcdar kirin. Kî ev aqil da we? Ez jî vê yekê dibêjim; di vê dema ku şervanên me bi berxwedaneke gelekî mezin li Dêrik, Serêkaniyê, Til Ebyed, Kobanê, Helebê, Cindirês û Ezazê li ber xwe didin de, ev berxwedan dîrokeke mezin dinivîse û dihêle ku gelê Kurd li dora YPG’ê  kom bibe.”
Hemo di dawiya nameyê de bang li hêzên ku piştgiriyê didin çeteyan kir ku ger ew dest ji vê dijminatiya Kurdan bernedin ew ê belgeyên di destê xwe de biweşînin û wiha dawî li nameyê anî: “Ev nameya min a vekirî ji bo hemû partî, sekreter û rêxistinên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye. Tu partiyên Kurd li hemberî vê pêvejoya dîrokî bi erkên xwe ranabin, berevajî vê yekê berjewendiyên hizbî û kesayetî xistine pêşiya berjewendiyên gelê Kurd. Ez li cem gelê Kurd gilî dikim û ez bawer im ku gelê me yê welatparêz dê hesab bixwaze. Ev kesên hanê li ser xwîna zarokên we û li ser ked û berxwedana we xwe didin axaftin, xwedî li vê pêvejoya dîrokî dernakevin. Dem ne dema hizbiyetiyê ye. Dem dema bi Kurdewariyeke paqij xwedîderketina li erkên xwe ye. Ger ku hinek tişt sererast nebin û hemû partiyên Kurd di helwesta neteweyî de nebin yek, ez ê li hemberî wan hemûyan hinek belgeyan aşkera bikim.”

ANF/BRUKSEL




Di navbera Banga Cenevreyê û YPG/YPJ de hevkarî

Şandeyek ji Banga Cenevreyê bi rayedarên YPG/YPJ’ê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de herdu aliyan li ser mijarên wekî paqij kirina mayînan, parastina jin û zarokan lihev kirin. Çav li rê ye ku di demên pêş de di vê mijarê de protokolek bê îmze kirin. Navenda çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di 9’ê cotmehê de şandeyek ji Banga Cenevreyê ya navnetewî di Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de derbasî Rojava bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin, şandeya ji Berpirsê Buroya Rojhilata Navîn ê Banga Cenevreyê çalakvanê mafê mirovan Mihemed Balcî û Berpirsa Amerîkaya Latînî Wan Kest Anne Christine Subirg pêk dihat, bi rayedarên YPG’ê re hevdîtin pêk aniye.Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin di hevdîtina li Akademiya Şehîd Şîlan Kobanê ya YPJ’ê pêk hatiye de li ser navê YPG’ê Berdevkê Fermî yê Çapemeniyê Rêdûr Xelîl, fermandarên YPJ’ê Nûjîn Dêrik û Fîdan Qamişlo amade bûne.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku rayedarên YPG/YPJ’ê derbarê armanc û xebatên xwe de agahdarî kiriye û rêzik nameya YPG/YPJ’ê pêşkêşî heyetê kiriye, her wiha şandeyê jî rêzik nameya Banga Cenevreyê daye. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, di hevdîtinê de li ser rewşa herêmê û Rojhilata Navîn, binpê kirinên mafên mirovan û tiştên divê bêne kirin, nirxandina hatine kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama civînê de herdu aliyan li ser mijarên wekî “karê hevbeş, paqijkirina mayinan, parastina jin û zarokan” li hev kirine û wê di pêşerojê de dîsa civîn bêne lidarxistin. Çav li rê ye ku li ser van mijaran di pêşerojê de di navbera herdu aliyan de protokolek bê îmzekirin.

DÊRIK