Neynik hene mirov xwe di wan de dibîne û xwedîtin bi xwe hisîn e û bi xwe hisîn hebûn. Hebûn jî gava destpêkê a xwebûnê ye. Û neynik hene ayîneya hinavên bêhnpêketî ne, ne mirêk in, tiştekî din rêy mirovî didin. Tiştekî ku ne bi tenê genî ye, lê di heman demê de derdora xwe û pê re jî hawîrdora ku jîngeh e jî diherimînin. Erê diherimînin, hem jî bi rengekî wisa ku bi kaniya gundî de mîz bikin.
Ji bo vê, ez ê behsa van neynikan bikin, neynikên beredayî… Lê hûn ji niha ve dibînin ku navê min li wan kirî nakok e bi esl û nesla wan re. Ev neynik ne hema xweber hatine pê, ew hemalê emel û fêlên xasûkan in. Xasûkên wisa ku kor in ji ber çavnebariya desthilat û malê dinê. Xweziya ev neynik, her tenê neynik bûna. Ji bo ku ev ayîne karibin behs û minaqeşeyan biafirînin, divê mijar hebin, bûyer hebin. Ha kirêtiya van neynikan ne ji beredayîbûna wan destpê dike, xweziya tenê beredayî bûyana. Kirêtiya wan di endezyariya wan mihendisan de veşartiye ku dixwazin pê bi fisekiya fikrên xwe ramanistana mejî û xeyalên me genî bikin. Ji ava wê gola zelal a avis ji afirîneriyê re, aveke gemarî û bi ser de jî genî peyde dikin.
Ew ne bêguneh in; zinhar destevala nebe mirov li ber wan… kêliya ku kevirê mirov ji dest mirov ket, bi derba kuştinê ku neke av jî bigihêje ser mirovî êrîş dikin ev neynikên beredayî.
Ez bi van gotinên "neberbihev" çima her zimanê xwe dikim darikê hewdelê û her tevdidim? Ma ez nikarim merama xwe bi gotinên darîçav bibêjim? Çawa na! Lê biya min mejî û ziman çepelên ku xwedîtiya van ayîneyan dikin, armanc û mihendisiya wan divê mirov wisa li ber rohniya çiraya Kurmanciyê jî bigire. Erê rastî hene û heqîqet heye. Lê rastînok û heqîqetên qelp jî hene. Ha ev ayîne bûne aşên ku ji van rastînok û heqîqetên qelp re digerin. Her rastî biqasî têgihiştina kesê divê li wan serwext bibe heye. Ango heke em îro dema li kevçiyekî dinihêrin, em wî di wî kevçiyî digihêrin weke encama raçavkirina tecrûbeyên civakî û minaqeşeyên li ser xislet, reng û karê kevçî. Heke wisa ye, naxwe kevçî dikare bi behs û minaqeşeyên nû bibe tiştekî bi tevahî guhertî jî. Weke mînak dikare bibe sîleh! Nebêjin çawa, ma tişta wisa dibe! Ma kevir û zuxurên destê zarokan di nava salekê de veneguherin sîlehên bi tehlûke yên terorîstan! Ma ji ber vê bi sedan heta hezaran zarok nehatin girtin!?
Ev neynikên beredayî karê xwe baş bi rê ve dibin, bi kêr hatî ne. Bi kêra wan mejî-çepelan tê. Bi kêra wan mihendisan tê ku bi dîmenên di wan qelpistan/derewistan-rêkan de heqîqetê bi dîmenên qelp û bi gotinên berevajîkirî dixe bazara avakirina rastiyan (yên derew). Ji ber wê jî heke mirov destevala be û hay ji xwe nemîne, dibe ku mirov diz û mexdûr ji hev dernexe, tew ji xwe ya ji vê jî xerabtir ew e ku mirov gunehê diz hîç nebîne û bi qerpika xwediyê malê bigire: Ma tu deriyê xwe negire, çi gunehê feqîrê diz heye?
Gerçî ya ji vê jî xerabtir heye di mihendisiya bi van neynikên beredayî de. Jiyan dikare bi tevahî bermeqlûb bibe. Jiyan dikare bibe mirin, mirin jî jiyan. Ez çima vê dibêjim, ji we re bi hevokên xwe yên dawî rave bikim. Ev ayîne dikarin kujeran weke mezlûm, kuştiyan weke zalim, tecawizkaran weke mexdûr, destavêtiyan weke fail nîşan bidin. Ev ayîneyên li ser kaqez û ekranan dikarin bi kêra bi destxistina agahiyan werin lê heke mirov li ber wan destevala be, ew dikarin mirovî ber bi kambaxtirîn felaketan ve bajon. Gelek caran jî mirov nikare ji devê kendala mirov gihiştiye ber vegere. Elmanên serdema Naziyan di wî kendalî re werbûn. Niha AKP gelên Tirkiyeyê aniye ber kendalekî bi heman rengî. Ji ber wê jî ev ayîneyên beredayî, dikarin bibin sîlehên gelekî bi tehlûke. Ji berê de şehrezayan hişyarkiriye li hemberî dijmin, neyar û dilxeraban, eman kevirê xwe ji destê xwe bernedin, heke bivê jî dest hilînin.