Cenazeyê Alî Yum ku li gundê Xênî yê Bedlîsê cerdevanî dikir li kêleka çemê Baykanê hate dîtin. Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya YJA Starê bi daxuyaniyekê diyar kir ku cerdevan Alî Yum di operasyona Bedlîsê de ku 15 gerîlayên jin jiyana xwe ji dest dabû rol lîstiye û ji ber vê yekê wî ceza kirine. YJA Starê da zanîn ku Alî Kum ji pêşengiya operasyonê kiriye, ji ber vê sedemê di 29´ê Îlonê de hatiye cezakirin.
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa tirk li Şemzînan, Çelê û Geverê operasyonê nû daye destpêkirin û der barê operasyonan de ev agahî hatin dayîn: “Operasyona li Geliyê Zapa Çelê berfireh dibe û berdewam dike. Di 30'ê Îlonê de saet 20.00'an li dijî baregeha leşkerî ya ewlekariya Alaya Bîlîcanê digire gerîlayan çalakiyek lidarxistine. Di encama vê çalakiyê de kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê herêm bi bi hewan û obusan hatiye bombebakirin."

Li dijî qerakolê çalakî
HPG´ê diyarkir ku di 30'ê Îlonê de jî li dijî Qereqola Bêsosîn a Geverê gerîlayan çalakiyek lidarxistine , lê belê hejmara kuştî û birîndarê leşkeran nehatiye zelalkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di heman rojê de li herêma Nehrê helîkopterên kobrayan Girê Konserve û Geliyê Ava Hecîbegê bombekirine. HPG diyar kir ku li gel van bombebaranan jî li Genîştepe û herêma Gostê ji çar baskan ve operasyoneke nû hatiye destpêkirin û di 1'ê Cotmehê de heman herêm bi hewan û obusan hatiye bombebarankirin. HPG da zanîn ku piştî bombebarana li dijî Girê Çeta ya bi ser Çalareş û Mergezerê ya bi ser Geverê operasyoneke nû hatiye destpêkirin.

Li Çewlikê operasyon
HPG’ê da zanîn ku li Çewlikê jî artêşa Tirk operasyon daye destpêkirin û ev agahî da: “Di 1'ê Cotmehê de saet 06.30'an li bajaroka İlicalara Çewlikê li herêmên Şehîd Qehreman, Kanyan, Quntarên Ozgur, Dallitepe, Gol û Kotê yên bi ser Şehîd Serxwebûn in artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya kobrayan operasyonek lidarxistiye.“
Gerîla şantiye şewitandin
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîlayan di 30’ê Îlonê de li naçeya Farqînê ya Amedê, bi ser şantiyeyekê bendavê girtine çalakî lidarxistine. Di daxuyaniyê de weha hat gotin; “Karkerên di şantiyeyê de hatine hişyarkirin û serbest hatine berdan. Gerîlayên me piştre kepçeyek û beşek mezin a şantiyeyê şewitandine. Operasyona piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve hatiye destpêkirin didome.” 

4 nasname hate eşkerekirin

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li wan û Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
HPGê diyar kir ku gerîlayan di şer û pevçûnên ku di 23´ê Îlonê de li navçeya Wanê Payîzava rû da çalakiya fedaî lidarxistine û der barê çalakiyê de de ev agahî da: “Li navçeya Payizavayê di navbera 2 gerîlayên me yên li ser wezîfeyekê bûn û polîsên tevgerê taybet de şer qewimiye. Di encama şer de 4 polîsên tevgera taybet hatiye kuştin, 11 ji wan jî birîndar bûne. Her du gerîlayên me yê fêmkirine ku nekarin ji dorpêça dijmin rizgar bibin, bombeyên xwe di xwe de teqandine û bi lehengî gihîştine şehadetê.”
Hat diyarkirin ku gerîlayên jiyana xwe ji dest dane Cumalî Îldem, bi nasnav Çekdar Rojçiya, li navçeya Mêrdînê Qoserê jiyayîk bûye û Orhan Akdogan, bi nasnav Rustem Gever ê li navçeya Colemêrgê Geverê hatiye dinê.
HPG her weha diyar ku di 29´ê Îlonê de jî li Geverê 2 gerîlayên ku amadekariya çalakiyê dikirin ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane weha ne: 
Mehmet Tekîn li Colemêrgê hatiye dinê û Necman Bor li Geverê hatiye dinê.

ANF/BEHDÎNAN