Fermandariya YBŞ’ê têkildarî şervanên jiyana xwe ji dest dayî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hevrê Amed Kawyan û Bawer Şengal 21.07.2017’an li gundê Sikiniyê dema ku li ser peywira xwe bûn, bi teqîna mayina ku çeteyên DAIŞ’ê berê bi cih kiribû, şehîd bûn."
YBŞ'ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi têkoşîna şervanên şehîd kir û got: "Bi dehan şehîdên me di vê rêkê de nîşanî me dane ka divê jiyana azad çawa be. Hevalê me Amed şervanekî hêja yê gelê Kurdistanê bû ku lehengiyên mezin kiribûn. Heval Amed di demeke wiha de, ku dema çeteyên DAIŞ’ê yên dagirker û faşîst bi ser Şengalê de komkujî anîn, bê dudilî tevlî nav refên YBŞ’ê bûye û ji fermanê ta roja ku şehîd bûye di hemû peywirên şoreşger de peywira xwe bi cih aniye. Hevalê Amed yek ji fermandarên me yên hêja bû ku di nav YBŞ’ê de cihê xwe girtiye. Hêz û enerjiya xwe daye gelê me yê ku bi hezkirina azadiyê ketiye. Hevrê Amed bi pratîkbûna xwe ya jiyanê, bi fedekarî û dilnizmiya xwe bûye xwedî helwêsteke mirovî. Kena ji dil a hevrê Amed û kelecaniya wî ya ji bo jiyanê her demê ji bo hevrêyên wî bûye moral û motîvasyon. Êşên gelê me yê Êzîdî tim di dilê xwe de hîs kirine. Li dijî dijmin kîn û hêrsa xwe tim zindî hiştiye û ji fermanê heta niha di hemû peywirdan de bi çalakî bi rista pêşengiyê rabûye." Amed Kawyan (Mehmed Mendanlioglu) sala 1994´ê li navçeya rihayê Wêranşarê ji dayik bûye.
Ji hevalên xwe mînak bû
YBŞ'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser lehengiya şehîd Bawer jî û got: "Hevrê Bawer jî dema ku ferman û komkûjiya Şengalê pêk hat tevlî nava refên YBŞ’ê bû. Heval Bawer ji malbateke welatparêz bû û ji malbata wî gelek kes jî di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe digirin. Ji bo fermaneke din neyê serê gelê me yê Êzîdî heval Bawer bi awayekî çalak di nav têkoşînê de cihê xwe girt. Ew bi xwe bûye şahidê fermana Şengalê û weke ciwanekî Êzîdî jî her erka ku dikete ser milê wî pêk dianî." Bawer Şengal (Enver Xêro Xidir Mirza) li gundê Gohbel ê Şengalê sala 1997´an ji dayik bûye.
ŞENGAL