Di gelek mijaran de kurs dan
Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Qoserê her wiha di 2 salan de di qada zimanî îngîlîzî, matematik, fîzîk, kîmya, tarîh, cografya, felsefe, proje, rehberlîk, erbane, gîtar, drama, resîm, perwerdehiya sporê û gelek qadên din de perwerdehî da bisedan xwendekaran. Nêzî hezar û 400 xwendekaran sûd ji van kursan girt.
130 xwendekarên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê piştî ezmûnên SBS'ê ya 2011'an gelek lîseyên pîşeyî qezen kirin. 160 xwendekarên wan di lîseyên Fen û Anadoluyê de bi cih bûn. Di 2 salan de 290 xwendekar li gelek lîseyên pîşeyî û lîseyên Fen û Anadoluyê hatin bicihkirin. Di ezmûna LYS'ê de xwendekarê bi navê Abdurezzak Ozgün 428 pûanê xam girtin û di herêmê de bû 1'emîn. Her wiha li Tirkiyeyê ket rêza 700'mîn. Zêdeyî 50 xwendekarê Mala Perwerdehiyê 400 puan girtin. Di ezmûna YGS û LYS'ê de nêzî 200 xwendekar zanîngeh qezenç kirin. Di nava 2 salan de 370 xwendekar şandin zanîngehê.
Kordînatorê Mala Piştgirya Perwerdehiye Nûrillah Tunç, anî ziman ku di pirtûkxaneya wan de nêzî 2 hezar pirtûkên wan hene û gelek kes sûdê ji pirtukan digirin.
Pola xwendekarên jin taybet e
Tunç, anî ziman ku di çarçoveya xweseriya jinê de ji bo 50 xwendekarên jin polek taybet vekirine û wan taybet perwerde dikin. Tunç, destnîşan kir ku ew cudakaryê naxin nava xwendekaran û ji ber vê yekê serlêdan gelek zêde ye. Tunç, bilêv kir ku ji bo hîndekariya sala 2011-2012'an nêzî 3 hezar xwendekar serlêdan kirine û qeyda pêşîn kirine.
DÎHA/MÊRDÎN