Jinên Kurd di pêvajoya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de tevlî nava hemû çalakiyên sivîl bûn. Jinan di bin siya sîstema hevserokatiyê de, di asta rêvebiriyê de cihê xwe di nava hemû meclis û komîteyên civakî û partî û rêxistinên siyasî de girtin. Li herêma Kobanê 250 jinên endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di nava komîteyên cuda yên partiyê de kar û xebatê birêve dibin.

Endama rêvebiriya PYD'ê Oce Mislim diyar kir ew di nava partiyê de hewl didin ku mafên jinan biparêzin û rola wê ya civakî çalak bikin. Mislim diyar ku ew bi vê armancê civîn, semîner û dewreyên perwerdeyê ji jinan re lidar dixin. Mislim her wiha destnîşan kir ku ew di nava PYD'ê de hewl didin ku jinan ji gelek kevneşopiyên sîstema desthilat rizgar bikin, asta wê ya ramyarî û zanistî bilind bikin. 

KOBANÊ