Wenzel Burmeier ji bo redbullê têra xwe empatî bi Haftbefehl re kiriye. Haftefehl ji qewlê wî ve, “Dîrok nivîsand. Zimanê wî bend teqandin, stranên wî dengekî nû da rapa sikakan”. Haftbefehl navê hunermendiyê yê Aykut Anhan e. Ew xwe weke Kurdekî bi nav dike, bavê wî Kurdekî Zaza bûye û ew li bajarê li keviya Frankfurtê, Offenbachê sala 1986’an hatiye dinê. Hîna di emrekî gelekî ciwan de dikeve nav sûcên ku wê bikirina li dijî wî fermana girtinê (Haftbefehl) bê derxistin. Ew ê pêşî bireviya Stenbolê. Lê wî karî piştî vegera xwe ya Ewrûpayê di nava rapa bi Elmanî de cihekî xwe çêke. Ew yek ji rapvanên Kurd ên Elmanyayê ye ku hem weke stîl û hem jî bi gotinên stranan berê rapa Elman diyar dikin.

Flowên min min zengîn dikin

Axir Wenzel Burmeier di nivîsa xwe ya bi ser navê “Efsaneya Haftbefehl: 6 rêyên ku wî pê rapa Elman heta hetayê guhert”, diyar e wî çêtir ji me nas dike. Li gorî wî, Haftbefehl ew kes e ku zimanê rapa Elman herî zêde diyarkirî ye. Ew dibêje, di salên 2010’î de kesên ku xwestin ji zimanê rapa Haftbefehl fêm bikin lazim bû bi ferhengan bigerin: “Erebî, Tirkî, Kurdî, Fransî, Ingilîzî”. Lê nûkeriya wî ji ziman bêhtir di kafiyê de bû, wî ferza kafiyeyên tam li hev bikin ji holê rakir û ji xwe haya wî jî jê hebû vê dike: “Turban um den Hals, ich bin Kurde, du weißt/Mein Flow macht mich reich, f*ck dein Triple-Reim” (Hemawî li stûyê min, ez Kurd im, tu pê dizanî/ Flow-herika hizran-ên min, min zengîn dikin, te di kafiyeya xwe ya sêherfî g*wo).

Babo kir nav zimanê Elmanî

Serketina wî ya di rapa Elman de sala 2012’an bi “Chabos wissen wer der Babo ist” dest pê kir, bi “Russisch Roulette” sala 2014’an dewam kir. Wî peyva Babo jî ji Kirmanckiyê kire nav zimanê ciwanan li Elmanyayê. Sala 2013’an ev peyv weke peyva salê ya ciwanan hat bijartin. Bi ya Burmeier rapa Haftbefehl û filma La Haine (Kîn) heman hestan bi mirovan re peyda dikin. Haya Haftbefehl jî ji vê heye: “Niha em ji dil bin; gava ku bavê te rabe hîna nû tu 14 salî xwe daliqîne, û piştî hingê berê te bikeve sikak û kolanan, li wan deverên tu fêr dibî jehrê bifiroşî mirovên din, da ku ew jî di zengîniyê de bibin xwedî para xwe: Ma ji hêrsê pê ve tu wê çi hîs bikî?”

Axir em hez jê bikin û nekin, em hez ji rapê bikin û nekin, Haftbefehl di rapa Elman de ji kesên diyarker e, hem di beat û muzîkê de û hem jî di awyên nivîsandina gotinan de.

 

FRANKFURT