Di Rohanî TV de dît ji bajarê xwe re dirût
Helîmê li bajarên Elmanyayê Giessen û Lollarê karê dirûnê dike. Ji ber tevdîrên krîza koronayê, ew hew diçe dikana xwe ya li Giessenê, lê Lollarê ew niha karekî din dike; ew maskeyan ji bo xelkê, mişteriyan, saziyên miqatebûna li kal ûpîran, û cîranan didirû. Wê di Ronahî TV de dîtiye ku li Rojava terzî maskeyan ji bo civakê didirûn; ji ber ku hin mişteriyên wê jî jê dipirsin ka ma ew nikare maskeyan bidirû, ew biryarê dide ku weke li Rojava ew jî ji derdora xwe re maskeyan bidirû. Heta niha gelek mişteriyên wê rahiştin maskeyên xwe, herwiha ji bo xebatkarên maleke pîran a li Giessenê jî Helîmê maske çêkirin. Hin kesên ji xwe û nasên xwe re maske xwestin, ji Helîmê dipirsin bê ma pêwistiya tiştekî heye. Ji bo ku li dikanan lastik nemaya, Helîme daxwaza lastikê dike ji wan, hin kesan herwiha hîzar jî anî. Beriya ku Helîmê qumaşê hîzar bifesilîne, hîzar dikelîne û piştî ku maske qedandin mohra Helîmê li wan dide û utî dike. Ji bo ku Helîmê pereyan ji bo maskeyan nastinê, kesên têne bi maskeyên xwe ve weke bi şîrînahiyan malavahiya Helîmê dikin. GIESSEN