Greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya wî li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatibû destpêkirin, di roja 24’an de didome.
Doh komeke ji bajarê Durehn û Aachen ên eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê û bajarê Basel ê Swîsreyê serdana çalakgeran kir. Reveberê Meclîsa gel a Aachenê li ser navê komê axivî û got; “Em dixwazin grevên birçîbûnê bixin rojeva Ewrûpa û raya giştî ya cihanê.”
Ji çalakgerên greva birçîbûnê Yuksel Koç, bi xerhatina mevanan kir û got; “Tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. Em û çalakgerên grevên birçîbûnê jî bi moral û hêzêke mezin berxwedana xwe didomînin.” Koç daxwaz ji Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir ku xwedî li çalakiyan derkevin û diyar kir ku îro fersendeke mezin di destê Kurdan de heye.
ANF/STRASBOURG