
Gelek civakên li ser rûyê cîhanê dijîn bi çand û zimanê xwe hene, ji derveyî van her du mînakan, huner û wêje jî di aliyê teşedayîna civakê de xwedî taybetmendiyên hêja ne. Ji van mînakan gelek mînakên wekî sînema, şano û folklor jî dikarin lê bên zêdekirin. Dîsa şahiyên wekî mîhrîcan, dawet û merasîmên olî jî ji bo pêşxistina çandê û mayîndekirina kevneşopiyên civakê gelekî bi bandor in. Bêguman dema qala van mînakên ku me li jor rêz kirin bê kirin, ji bo gelê Kurd û gelên li Rojhilata navîn dijîn jî jêneger in. Civakên li rojavayê Kurdistanê jiyana hevpar dihûnin, bi rojan e bi armanca mayîndekirina çand û hunera civakan, Mîhrîcana Vejînê li dar dixin. Di roja 5’emîn a mîhrîcanê de, dawetek li gorî çanda Kurdên Efrînê hat lidarxistin.
Bi cilên neteweyî
Di roja 5′emîn a Mîrîcana Vejînê de, endamên saziyên sivîl, Kongreya Star û desteyên rêveberiya xweser ên kantona Efrînê û bi hezaran welatiyên Efrînê bi cil û bergên xwe yên folklorîk beşdarî mîhrîcanê bûn. Beşdaran li ber def û zirneyê dîlan gerandin, piştre mêvan çûn mala bûkê, bûk û zava li kolanên sereke yên bajêr hatin gerandin. Girse li Qada Azadiyê rawestiya û xêrhatina bûk û zava kir.
Dest hine kirin
Piştî pêşwazîkirinê girseyê li ber def û zirneyê dîlanek gerand. Lê bernameya mîhrîcanê bi vê re jî bi sînor nema, koma şanoyê bi lîstika xwe ya ‘Qeşmer’ derket pêşberî beşdaran û hunera xwe pêşkêş kir. Piştî bidawîbûna lîstika şanoyê, xêliya sor li serê bûkê hat xemilandin û wekî salên borî bûk li hespê hat sîwarkirin û bi girseyî ber bi konê li navendê hatibû vedan ve birin. Li vir destên bûk û zava hatin hinekirin û şahiya wan bi saetan dewam kir. Gelê herêmê bi Mîhrîcana Vejînê dixwaze çanda xwe biparêze, wer dixuyê ku dê di salên bê de, bi şahiyên cihêreng berdewam bike. Tê payîn ku mîhrîcan sibê bi bernameyeke wêjeyî bi dawî bibe.
EFRÎN/ANHA