Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kete roja 82’yan. Guven piştî hat berdan ev 4 roj in ku li mala xwe çalakiya xwe dewam dike. Li aliyê din dewleta Tirk zextên xwe li dijî çalakgerên di hepsan de zêde dike. Li Hepsa Tarsusê, 10 girtiyên di greva birçîbûnê de û 2 kesên refaqetî wan dikin, di hucreyeke 5 kesî de hatin bicihkirin.

Berxwedana Leyla Guven di roja 82’yan de dewam dike. Çalakiya Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 69’an de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Fransayê Strasbaurgê jî di roja 43’yan de ye û çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir jî di roja 44’an de ye.

 12 girtî avêtin hucreyeke 5 kesî

Gartiyanên Hepsa Tîpa T a Hejmar 1 a Tarsusê, bi ser odeya girtiyên di greva birçîbûnê de girt û 10 girtiyên çalakger û 2 refaqetvanên wan avêtin hucreyeke piçûk a 5 kesî. Çalakiya greva biçîbûnê ya girtiyên siyasî 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kiribû û îro di greva bêdem û nedorveger de 234 girtiyên siyasî hene. Li Hepsa Tarsusê, di 5’ê Çile de 7 girtiyan dest bi grevê kiribû û piştre 3 girtiyên din ketin greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger.

Gartdiyanan bêyî agahîyê bidin bi ser qawişa çalakgeran de girt, 10 girtiyên di gravê de û 2 refaqetvanên wan ji qawîşê derxistin û avêtin hucreyeke piçûk a 5 kesî. Kontrolên sihetê yên girtiyan jî êdî birêkûpêk nayên kirin, heta rêveberiya hepsê xwê, şekir û lîmonê jî gelek caran asteng dike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN