Komên Xwendin û Helbestê yên Amedê di çarçoveya Roja Kurteçîrokan a Cihanê de bernameyek li dar xist û li ser çîrokan gotûbêj hat kirin. Her wiha di bernameyê de Sêvên Mêxikrêj jî hatin çêkirin.

Koma Xwendinê û Koma Helbestê yên Amedê, bi boneya 14’ê Sibatê Roja Kurteçîrokan a Cihanê, bernameyek li dar xist. Bername li Weşanxaneya J&J pêk hat û nivîskar-çîrokbêj Dîlawer Zeraq û çîrokbêj Belqisa Bîtkîn wek axaftvan beşdarî bernameyê bûn. Zimanzan Samî Tan, nivîskar-çîrokbêj Şêxo Fîlîk û endamên koman jî beşdar bûn.

Çîrok û tişta em nabînin 

Nivîskar Dîlawer Zeraq behsa serpêhatiya çîrokê û awayên çîrokên Kurdî kir û got, çîrok tiştên nayên dîtin in û kesên xema xwe pê nakin, mijara çîrokan e. Zeraq da zanîn ku çîrok di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e û li ser pirsên beşdaran rawestiya û bersiv da.

Çîrokbêjiya min bi zarokên min dest pê kir

Çîrokbêj Belqisa Bîtkîn jî anî ziman ku wê ji zarokên xwe re dest bi çîrokbêjiyê kiriye û got, “Ez dayikek bûm û min her tim ji zarokên xwe re çîrok digotin. Vê vegotinê kir ku dest pê bikim. Her netewe bi zimanê xwe dijî û mijara çîrokê jî ji bo ziman û çanda me girîng e.”

Di heman demê de kesên beşdarî bernameyê bûn, Sêva Mêxikrêj jî çêkirin. Sêvên sor û zer bi mêxikan (qerenfîlan) hatin xemilandin.

 

MA / AMED