Ciwanên Şêladizê  bang li tevayî ciwan û gelê Kurd kirin kû beşdarî kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin hat kirin. Piraniya ciwanên navçeya Şêladizê digotin em dixwazîn bi xwîna xwe ji bo Rêber Ocalan îmza bavêjîn. Tê hêvîkirin kû di berdewamiya kampanya komkirina îmzayan de li Şêladizê di jimarek mezin de îmze werin komkirin. 

DÎHA/DIHOK




Ji Ciwanekî Kurd 1680 îmze



Ciwanê Kurd Bahoz Polat ê li bajarê Belçîka Lîege dijî, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1680 îmze ber hev kir. Ciwanê Kurd Bahoz Polat ê li bajarê Lîege dijî û demekê di restûrantê de dixebitî, di çarçoveya kampaya azadî ji bo Ocalan de, bi tena serê xwe 1680 îmze ber hev kir. Polat diyar kir, ku wî hema hema tevahiya îmze ji Belçîkiyan wergirtiye û got, "Yên beşdarî kampanya îmzeyan bûn jî xwestin, Ocalan tavilê serbest were berdan."
Polat da xuyakirin ku ewê heta dawiya kampanyayê îmzeyan berhev bike û got, "Ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim ku tevlî vî karî bibin."
Armanca Polat jî berhev kirina 3 hezar îmzeyan e. 

ANF/LÎEGE