I. Dubendiya Jîjoyan
Berhema feylesof Schopenhauer a bi navê 'Parerga û Paralipomena: Ceribandinên Kurt û Felsefî' a ku sala 1851'ê hatiye weşandin, bi beşa xwe ya 396. ve navdar e. Di vê beşê de "Dubendiya Jîjoyan" wiha hatiye nivîsandin:
"Sibeheke sar a zivistanê gelek jîjo, ji bo ku neqefilin pirr zêde nêzîkî hev bûn. Piştî demeke kin hay ji sîxên hevdu çêbûn û ji hev dûr ketin. Ji ber sarbûnê dîsa nêzîkî hev bûn. Bi êşandina sîxan dîsa ji hev dûr ketin. Bi vî awayî dubendiya qefilîna ji sermayê û êşandina têrerabûna sîxan bi wan re çêbû, û ev dubendî heta ku navbereke guncav peyda kirin jî, domandin."
Schopenhauer di vê beşê de kêlîkeke ku jîjo bi sermayê re rûbirû mabûn û jiyîna bi dubendiya wê vegotiye û Sigmund Freud jî beşeke ji vê nivîsê di pirtûka xwe de bi kar aniye.
Digel ku 170 sal di ser vê nivîsê re bihurîne jî, ji tevgerên biçûk ên navbera mirovan heta bi peywendiyên navbera dewletan, ev dubendî bi xurtî û bi zelalî têne dîtin. Em vê dubendiyê li hemû derên cîhanê bi derketina vîrusekê û berbelavbûna wê ya gerdûnî bi hêsanî dibînin.
II. Vîrusa koronayê
Vîrusekê Yekîtiya Ewrûpayê qedand (gelo?). Çima qediya?
Yekîtiya Ewrûpayê ji nebûna sînorên navbera welatên Ewrûpayê pêk tê (dihat), lê îro bi biryarên karantînayê ev sînor dîsa yek bi yek têne danîn û ew hîm û kakila Yekîtiyê ku bi 'mafê gera serbest' a navbera welatan dihat binavkirin, ji nişkê ve ji holê rabû. Heman liv û tevger li welatên Schengen ên Ewrûpayê jî rû da. Ji ber wê jî gelek mirovên ji welatên cihê cihê ji ber karantînayê li welatekî dinê girtî mane. Şewba Vîrusa Koronayê fena hilweşîna barûyên cêwî yên Amerîkayê li hemû cîhanê dubendiyek ava kir û bû sedem ku jiyan ji vê kêlîkê pê ve ji fetlonekeke xetere berê xwe bide rêyeke dîtir.
III. Serencamên li pêşiya me
Her çiqas welatên cîhanê encamên şewbê bi tenê weke hejmarên miriyan û kesên înfektebûyî parve dikin jî, em li gorî dane û agahiyên çapemeniya alternatîf baş dizanin ku ev helwêstên dewletan bi rêjeyeke bilind manîpulekirî ne. Û kes zêde newêre li derveyî van manîpulasyonan rasteqîniyan bi lêv bike û binivîse. Yên dinivîsin jî, ji teref çapemeniya giştî ya cîhanê ve nayê dîtin. Ji ber wê ye ku bi nîvgotinan ango bi devê çeloxwarîkirî pirsên weke; 'Çima Çîn û Îran û Îtalya?' têne pirsîn û bersivên weke dawîlêanîna aboriya xurt a Çînê, têkbirina Îranê û li Ewrûpayê bilindkirina pêla nîjadperestiyê û hin tespîtên hêsan ên li ber çavan, têne dayîn. Dibe ku pareke rastiyê di van tespîtan de hebe, lê ji qewla feylesof Slavoj Zîzek, em çeloxwarî li rûdanan binihêrin em ê tiştên nedîtî jî bibînin. Û heman Zîzekî bi mijara şewbê hin tespîtên balkêş bi raya giştî re parve kirin. Belkî bi tevgerên mixalifî û bi rêyeke cuda ya têkoşînê bîr û boçûnên wî pêk werin, lê em bi ramanên wî yên felsefî li rûdanan binihêrin, em ê bibînin ku bi gelek xenceran gelek birînên cuda têne vekirin û jiyan ber bi qonaxeke xerabtir ve diçe.
Em bi çend mînakan dikarin van tiştan şênber bikin: Şerê Sêyem ê Cîhanê ku navenda wê Kurdistan û Rojhilata Navîn e, bi berbelavbûna şewbê re hinekî hatiye sistkirin, Brexita Ingilîstanê ku bi dawîhatina xwe diviyabû bibûya cihên gengeşiyên mezin, tew li serê nema tê axaftin, mijara penaberên ber bi Ewrûpayê ve û gef û gurên şefê faşist Erdoganî weke nepoxeke fisiyayî lê hatiye û bûye sedem ku li Ewrûpayê ber bi hestên neteweperestî û dewletperestiyê ve veguhere. Jixwe bi girtina sînoran û îlankirina rewşa awarte jî gaveke dîtir ber bi wê veguherînê ve tê avêtin. Ji lewre Îtalya û Yewnanistana ku demeke dirêj e ji bo Yekîtiya Ewrûpayê weke barên aborî xuya ne, yek bi şewba Vîrusa Koronayê û ya dîtir bi pêla penaberan mijûl maye û Ingilîstan jî bi halê hêsanî weke Jîjoyan navberek bi Ewrûpayê re daniye.
Mirovên îro weke tevdîrgirtinê ji bo şewba Vîrusa Koronayê navberekê di nava xwe de ava dikin, weke cerebeyên destên desthilatdaran ji bo pergala rojên dahatûyê nimûne ne. Ew navbera 'dubendiya jîjoyan' a ku mirov bi serencamên heyî di jiyanê de dibîne, bi vî awayî berdewam bike, dê bibe navbereke berfireh ku rê li ber nayê girtin. Û dawî jî rêveçûna ber bi nîjadperestî û desthilatdariyên dijwartir e. Neolîberalîzma ku asasê wê berxwarin (mezaxtin) e, ji niha ve destên xwe di hev dide û: Di asoyê de niqtepirsên qalind daleqandî ne.