Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku herî zêde deng da BDP'ê û di referandumê de neçûn ser sindoqê û hilbijartina makeqanûnê boykot kirin, di nava sala 2011'an de 462 kes hatin binçavkirin û rêveberên BDP'ê jî di navde 114 kes hatin girtin. Piştî ku Serokwezîr û wezîrê Karên Hundir ji bo Şirnexê û Colemêrgê got "Planên me yên taybet hene" li Colemêrgê Şirnexê girtin û binçavkirin derketin asta herî jor. Tenê li navçeya Geverê di nava salekê de 462 kes hatin binçavkirin û 114 kes hatin girtin. Girtin û binçavkirinê di sala 2012'an de jî berdewam kir. Detê di 25 rojên ewil ên 2012'an de 30 kes hatin binçavkirin. Heta niha di operasyonan de Serokê DTP'a Gevere yê berê Şahabettin Tamur, Arîf Karay, Muhyettin Unal Serokên BDP'ê yên berê yên Geverê Nazif Ataman, Vahît Şahînoglu Husnu Bulgan û 46 endamên BDP'ê, 18 endamên meclîsa ciwanan û herî dawî jî Şaredarê Başirgehê Hurşît Altekin, Şaredara Geverê ya Berê Ruken Yetişkin, Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Davut Uzunkopru, 5 endamên meclîsê 4 endamêm meclîsa jinan bi tevahî 114 kes hatin girtin.

'Endam û rêveberên BDP'ê digirin'
Serokê BDP'ê yê Geverê Rustem Demir, diyar kir ku hemû girtin û binçavkirin siyasî ne û dixwazin xebatên BDP'ê têk bibin. Demîr, anî ziman ku hemû operasyon bi germana Fethullah Gulen pêk tê û dixwazin têkoşîn û berxwedana gel bişkînin. Demir, bilev kir ku êdî her sibe bi operasyonan hişyar dibin û hemû operasyon li dijî hiqûq û demokrasiyê ne.
Demîr, da zanîn ku der barê endam û rêveberên BDP'ê yên bi navê Şuayip Sevîk, Nusret Akbaş, Naif Yalçın, Mirpenç Uysal, Cadır Beşer, Sait Kaya, Kadrî Ozcaner de biryara girtinê heye.

SAMİ YILMAZ - DÎHA/COLEMÊRG