Li Stenbolê wê komxebatek li ser rewşa Kurdan a di Sedsala 20´an de bi rê ve biçe. Navê komxebatê “Di sedsala 20´an de tevnên sînorên neteweyî û wêde yên Kurdan li rojavayê Ewrûpayê, cihana Komunistan û Rojhilata Navîn” e.
Di komxebatê de akademîsyen wê behsa têkiliyên Kurdan li rojavayê Ewrûpayê, cihana komunistan û Rojhilata Navîn bikin.
RUSKURD Projeya Lêkolînê ya bi navê “Li Rojhilata Navîn Kurd û Rûs (Sedsala 19´an û 21´an) vê komxebatê li dar dixe. Projeya navbirî di bin banê Zanîngeha Sciences Po Lilleê de ye. Agence National de la Recherche (ANR - Ajansa Neteweyî ya Lêkolînê li Fransayê) piştgiriya wê dike.
Bername îro li navenda Înstituya Lêkolînên Anatolyayê ya Fransî (IFEA) ya li Beyoglûya Stenbolê wê dest pê bike û wê du rojan dewam bike.
Ji Fransa, Elmanya û Lehistanê tên
Ji EHESS´ê Masha Cerovic, ji Otto-Friedrich-Universitat Bamberê Barbara Henning, ji Zanîngeha Neuchatelê Jordi Tejel, lêkolînvanê serbixwe Omar Sheikhmous, ji Zanîneha Jageiellonianê ya Polonyayê Joanna Bochenska, ji Zanîngeha Parîsê Hardy Mede, ji Akkon-Hochschule für Humanwissenschaftenê Kenan Engin, akademîsyen Nicholas S. Glostronbury, ji Siciences Po Lilleê Etienne Peyrat û Adnan Çelîk wê behsa rewşa Kurdan a di sedsala 20´an de bikin.
STENBOL