Gundê ku 60 kîlometre dûrî Çermûkê ye hêj bê av û bê rê ye. Welatiyên ku ji hemû xizmeta dewlet û hikûmetê dûr in, di nava şert û mercên pir zahmet û zor de dijîn. Welatî pêdiviya xwe ya herî mezin avê her roj diçin kîlometreyekê ji dûrî gund li ser pişta keran tînin. Hin welati avê bi keran dikişînin. Hin welatî jî avê bi metereyên mezin didin ser milê xwe û tînin. Welatiyên ku her roj ava vexwarin û şuştinê kîlometreyekê ji dervê gund tînin, havînan û zivistanan rastî zahmetiyên gelek dijwar tên. Welatî di demsalên havînê di bin germahiya zêde, zivistanan jî di nava sir û sermayê de avê dikişînin. Welatiya bi navê Remziye Şen, anî ziman ku her rojê nêzî 10 caran diçin avê û avê li ser pişta ker û qatiran dikişînin. Şen, da zanîn ku herî zêde jin zahmetiyê dijîn û ji ber ku hemû pêdiviya avê jin temîn dikin. Jina ciwan a bi navê Rahime Şen jî heman pirsgirêk anî ziman û wiha got: "Hem ker û qatir û hem jî mirovên ku di riya vê avê de her rojên 10 caran diçin û tên zahmetiyên mezin dijîn. Hem her roj avê dikişînin. Rojê be bi kişandina avê derbas dibe. Zilam zêde avê nakişîne. Ji ber vê yekê yê herî zêde mexdûr dibe jin e. Heta niha ji bo pirsgirêka avê me gelek caran daxwazname dan rayedaran. Lê tu bersîv nedan me û pirsgirêka avê çareser nekirin. Me daxwazname da Qeymeqam, lê dîsa jî encam negirt. "

'Warê me li me dikin jahr'

Alî Kiliç ku li gundê Qerecîkê dijî jî anî zima ku ew 40 salin li vî gundî ye û di aliyê xizmeta civakî û binesaziyê de rastî dubendiyê tên. Kiliç, destnîşan kir ku di nava 5 salên dawî de bi awayekî fermî pirsgrêkên xwe bi riya daxwaznameyan tînin ziman, lê heta niha ne qeymeqam, ne îdareya taybet a bajar û ne jî rayedarên din pirsgirêkên wan çareser nekirine. Kiliç, destnîşan kir ku şebekeya avê anîne gund, lê ava gund tune.
Kesê bi navê Sefer Gul, Ahmet Gul, jî heman pirsgirêk anîn ziman.

Qeymeqamê Çermûkê Mimar Sinan Bozmaz, jî anî ziman ku agahiya wan ji pirsgirêkan heye û xebatên wan ên sontajê didomin. Bozmaz, da zanîn ku ger ava sontajê dernekeve jî dê ava li herêma Madrapê bikişînin gund. Bozmaz, da zanîn ku dê heta 2 mehan pirsgirêka avê çareser bikin. Bozmaz, anî ziman ku ji bo li 33 gundan xebatê sontajê bikin li benda pereyan in. 

DÎHA/AMED