Di rojên dawî de Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Karê Hûndir ê Tirk dibêjin; “Emê biqedînin, serjêkin, biçewisînin û Qendîlê vemirînin“. Wisa diqîrin yên wan nas neke wê bêje belkî fermandarên muzafer ên Romayê ne! Her wiha van qêrînan li Kurdistanê dikin. Li Kurdistanê qal dikin ka wê çiqasî bikûjin. Di rastiyê de ev qêrînên wan jî nîşan didin ku hevkariya AKP-MHP’ê ketiye rewşeke tengav û bêzar. Bi van gotinan ji aliyekî ve dixwazin gelê Kurd bitirsînin, ji aliyê din ve jî bang li beşek ji civaka Tirk a hestên wan ên nijatperest bilind bûne. Bi vê yekê re dixwazin dengê ‘erê’ zêde bikin. Şik û guman tineye ku qal kirina hîn bêhtir şer, hîn bêhtir xwîn wê dawiyeke bi xêr ji wan re neyîne.
Serokwezîr rojane dibêje, “Qendîl wê bitefe“. Vê yekê li Kurdistanê dibêje. Dixwaze nîşan bide ka çiqasî dijberê PKK’ê ye. Bi vê yekê re dixwaze desteka tam a nijatperest û dijminên gelê Kurd bistîne. Ev nêzîkatî nîşan dide ku hêviyên xwe ji Kurdan qut kirine. Ji ber ku ev gotinên wan Kurdan hêrs dike û dibe sedema nerazîbûnê. Lê belê êdî ji bo hevkariya AKP-MHP’ê girîngiya vê yekê tine ye. Bi gotinên bi vî rengî re dixwazin şerê psîkolojîk bilind bikin û Kurdan bitirsînin da ji PKK’ê dûr bikevin.
Gotinên di vê kêliyê de têne kirin yên mîna, “Emê tirsa PKK’ê ya li ser gel ji holê rakin, emê gel ji PKK’ê rizgar bikin“ tên wateya meşandina zexteke giran û çewisandina gel. Gotinên bi vî rengî herî zêde di salên 1993, 1994 û 1995’an de hatibûn bihîstin. Di salên 1990’î de yên şerê kirêt dimeşandin gotinên bi vî rengî gelek caran bilêv dikirin. Hevkariya AKP-MHP’ê xwedî aqilê salên 1990 ye; kirinên wê ji xwe bi heman rengî ne.
Tayyip Erdogan û AKP, desilatdariya xwe du salên dawî polîtîkaya bi şer û zorê li ser linga hiştina desilatdariya xwe dimeşînin. Niha jî bi qerînên şer dixwazin temenê xwe dihêj bikin. Hedefa wan ew e ku bi dijminatiya xwe ya ji bo Kurdan di referandûmê de bi ser bikevin. Ji bo vê yekê jî êrîşî gerîla û siyasetmedarên demokratîk dike. Lê belê ji wendakirina şer jî gelekî ditirse. Ji ber vê yekê jî ketina Qendîlê jî di nav de gelek tiştan guftûgo dikin, lê di mijara gavavêtinê de ditirsin. Beşek ji van gotinan jî bi mabesta şerê pshikolojîk bilêv dikin.
Ya rast beriya referandûmê gelekî guftûgo kirin ku xwe bavêjin nava macerayekê, lê belê bi tirsa têkçûnê ev nekirin. Ji ber vê yekê jî bi gotinên, “Qendîl wê vemire, bihar wê bibe zivistan“ ji bo bandorkirina civaka Tirkiyê ya ji bo bidestxistina denga ne. Heger di referandûmê de ‘erê’ biser bikeve wê demê wê polîtîkaya xwe ya êrişkar bixin pratîkê. Wê bikevin merheleyeke polîtîk a wisa ku êdî bê şer nikaribin bijîn. Lê belê heger desilatdariyekê hebûna xwe hevqasî bi şer û zimanê şer ve girêdabe wê demê dawiya wê nêz e. Ji ber ku bêhêz e, ji bo karibe xwe bihêz bike serî li şer dide. Lê belê ne mumkûn e desilatdariyeke ku ji aliyê siyasî ve qediya be bi şer li ser lingan bimîne.
Tayyip Erdogan, Binalî Yildirim, Suleyman Soylu bi polîtîka, kirin û axaftinê xwe nîşan didin ku rastiya Kurd ji xwe re kirine hedef. Ne di cudahiya rastiya Kurd a di encama têkoşîna azadiyê ya 45 salan de ne. Difikirin ku gelê Kurd wê bi zilm û zextê biçewisînin. Her zalim wisa difikirie; ji xwe Komara Tirk û bariya wê serdestên Tirk tim bi zext û zilmê gel çewisandine. Tayyip Erdogan difikire ku bi vî rengî wê Kurdan biçewisîne. Ji ber vê yekê jî rojane axaftinên tirsandin û çewisandina kurdan dike. Bi vê yekê re jî pêvajoya ku bi destê Kurdan dawiya xwe bîne dijî. Ji bilî dawîanîna xwe ya desilatdariyeke ku hevqasî dijminatiya Kurdan dike tu şansê wan ne maye.
Tayyip Erdogan ji bo serkeftinê ne tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de li derveyî sînor jî êriş birina ser Kurdan aniye rojevê. Ji xwe ev êrîşkariya wî tê wateya ketina nava şerekî ku wê bi ser nekeve. Her ku şerê li dij Kurdan dimeşînê berfirehtir bike wê têkçûna xwe jî zûtir bike. Êdî xwe bifiroşe tevahiya cîhanê jî wê ji vê encamê aqibetê rizgar nebe. Bi tenê şansekî wê heye; rawestandina şerê li dij Kurdan û naskirina hebûn û nasnameya wan a azad. Lê belê xwe xistiye rewşeke wisa xirab ku êdî nema dikare jê vegere. Ji ber ku di hewldana xwe rizgarkirinê de her tiştê ku destê xwe avêtinê ji kurt kirina temenê AKP’ê pê de wê tu encamê din nadin. Dibe ku ‘NA‘ hişê wan bîne serê wan. Ji xwe rizgariya Tirkiyeyê di biserketina encama ’NA’ ya di referandumê re derbas bibe. Encama Erê jî wê desilatdariya AKP-MHP’ê mîna Enwer, Talat û Cemal Paşa Tirkiyeyê bipê pêvajoya parçebûn-belavbûnê. Her çiqasî êş û azadan bi kurdan û gelan bide kişandin jî ev desilatdarî wê di nava têkçûyên herî xerab, di dîrokê bi şêwazekî herî xirab cihê xwe bigire.