Berxwedana li navçeyên Bakurê Kurdistanê dike ku artêşa Tirk di cihê xwe de bist bibe. Di çalakiyên şervanên YPS/YPS Jinê yên li Şirnex û Nisêbînê de herî kêm 32 çekdarên dewleta Tirk hatin kuştin û 17 maşênên Zirxî hatin îmhakirin. 

Koordînasyona Giştî ya YPS´ê der barê şerên dawî de daxuyaniyek da û got, berxwedana wan li dijî çekdarên dewleta Tirk bi xurtî dewam dike. Hurgiliyên daxuyaniyê yên li ser şerên li navçeya Mêrdînê Nisêbînê û li navenda Şirnexê jî weha ne:


NISÊBÎN: Roja 26´ê Nîsanê li taxa Şehit Gelhat tîmeke taybet a jin hat kuştin. Heman rojê bi çeteyên xwestin bikevin avahiyekê bombe hat teqandin lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.  27´ê Nîsanê li ser rêya Çaxçaxê li taxa Elîka 4 kepçe û 1 panzerek, hatinderbkirin. 28´ê Nîsanê li heman taxê ji tîmên taybet ên ketî avahiyekê 10 hatin kuştin. Heman rojê kepceyekê derb xwar. heman rojê bi şev li aliyê rêya Çaxçaxê di çalakiyeke bombeyî de 3 çekdarên dewletê hatin kuştin û gelk jî bi giranî birîndar bûn. 29´ê Nîsanê 3 kepçe hatin derbkirin. Heman rojê 3 çeteyên dewleta Tirk di amelkê de hatin kuştin. 30´ê Nîsanê kepçeyek hat îmhakirin .


Serpêlekî din hat kuştin

Roja 30´ê Nîsanê li taxa Koçera devera Weysîka balefireke dron hat xistin. Heman rojê êvarê jî çekdarekî dewleta Tirk hat kuştin.

Li aliyê din rayedarên artêşa Tirk da zanîn ku doh li Nisêbînê di encama şer de yek jê serpêl 3 tîmên taybet hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne. Serpêlê hatî kuştin jî cîgirê fermndarê Tabûra sêyem a komandoyan  Alper kalem e. 

Li gorî agahiyên DÎHA´yê jî roja înê di şer de di êrişeke bi roket a li dijî panzerekê de çekdarekî dewletê hat kuûtin û 3 jî birîndar bûn.

Pêr jî şer li taxên Kanîka, Qijle û Abdulkaddirpaşa gurr bû û gelek çekdarên dewletê hatin kuûtin û birîndar bûn û vekişiyan meydana Newrozê.


ŞIRNEX: 28 Nîsanê li Şirnexê li nêzî avahiya midûriyeta polêsan a kevin maşîneke zirxî ya tîpa Kirpî hat îmhakirin. Maşîneke zirxî a tîpa Akrep jî xwest li vir dest werde û wê jî derb xwar. Bi rengê ku bi çavan were dîtin li vir tîmekî taybet ê cendermeyan hat kuştin. Heman rojê êvarê jî tîmekî din ê taybet ê cendermeyan hat kuştin. Heman wextî maşîneke din a tîpa Kobra derb xwarin û tevî kesên di navê de hat îmhakirin, lê belê hejmara kuûtiyan nehat zelalkirin.

29´ê Nîsanê li taxa Omerkoyê tîmekî taybet ê cendermeyan hat kuştin. 

30´ê Nîsanê jî li taxa Bahçelievler çekdarekî dewleta Tirk hat kuştin. Li cem avahiya midûriyeta polêsan a kevin jî tankekê derb xwarin û neçar ma vekişe.

Di heman şerî de maşîneke têpa Kirpî û yeke tîpa Kobra jî derb xwarin. Li vir jî bi rengekî bi çavan ji hev were tefsilandin 2 tîmên taybet ên polêsan hatin kuştin. 


3 şervan şehîd ket

YPS´ê nasnameya 3 şervanên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir:

Rezan Baran (Resul İnan / Mêrdîn / 25´ê Nîsanê şehîd bû), Kendal Koçer (Harun Korkmaz / Bitlis-Hizan / 26 Nîsanê şehîd bû) û Agit Girmîra (27´ê Nîsanê şehîd bû). 


 ŞIRNEX/MÊRDÎN