
Di dema serma û barîna berfê de welatî dixwazin şêliman bixwin. Welatiyan diyar kir ku tama şêlimên kelandî yên nav avê gelekç xweş e û şelimên ji derve dixwin xweştir e ji şêlimên li mal çêdikin. Bi ser de jî şêlim heşînahiyek e ku gelek sûdên wê hene ji bo laşê mirovî. Şêlim li Kurdistanê bi şêweyên cûr bi cûr tê xwarin û tê amade kirin. Şêlim tê kelandin, her wiha şêlim di tirşiyan de jî tê bikaranîn. Çêkirina şêlimê tirş şêwazek taybet yê bajarê Silêmaniyê ye.
Berzan Elî ku firotina karê şêlimên kelandî dike, dibêje, “Ez nêzîkî şeş salan vî karî dikim. Di rojên asayî de li nav bazarê difiroşim, lê di rojên serma û berfê de ez têm çiyayê Gowîje. Ji ber ku welatî diçin vê herêmê û daxwaza wan ya xarina şêlimê çêdibe.”
Berzan Elî tekildarî amadekirin û kelandina şêliman jî dibêje, “50 kîlo şêlim, 10 kîlo doşava xurme û li gel du teneke av pewîst e. Şêlimên em amade dikin ji şêlimên li mal tên amadekirin xweştir in. Ji ber ku li mal dema hat kelandin, yekser tê xarin, lê em heta serê sibê di ava wê de dihêlin. Bi vê yeke jî ava xwe bêhtir hildigre û tamxweştir dibin.”
Şêlim wekî din ji bo çareseriya hinek cûreyên nexweşiyan ji tê bikaranîn. Wisa tê bawerkirin ku Şelim ji bo nîşanên nexweşiya ba li çongan baş e. Her wiha ji bo parastina laş ya li hember nexweşiyan û parastina ji nexweşiya Kolon, girêyên Penceşêrê tê bikaranin. Madeyên di nav şelimê de nahêlin ku Kolestrola xirab ya corr LDL tevlî nav xwînê bibe.
DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ