
ANHA/KOBANÊ
Navenda Asayîşê ya Şehîd Nesîb
Rêveberiya Asayîşa Rojava navendeke nû ya Asayîşê bi navê “Şehîd Nesîb” li gundê Meydana Ikbis a navçeya Raco ya Efrînê bi merasîmê vekir. Merasîm bi tevlîbûna dehan kesan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şiyar Şervan axivî û vekirina navenda nû ya Asayîşê li gundiyan û hemû gelê herêmê pîroz kir. Şervan bang li hêzên Asayîşê kir ku hemû îmkanên xwe bixin xizmeta parastina şêniyên gund. Şervan ji hemû endamên Asayîşê xwest ku wekî saziyeke civakê bi welatiyan re di nava hevkariyê de bin.
ANHA/EFRÎN