Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, navenda şaredariya berê, dagirkeran veguherand navenda dagirkeriyê. Ha nêzî vê navenda dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê tankereke bombebarkirî teqiya. Li gorî nûçeya ANHA’yê li ser rêya raco, li “Sûka Sebî” teqîn çêbû. Li gorî nûçeya ANF'yê, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 15 unsûrên şerê dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Tirk AA'yê bi xwe, 35 ji van unsûrên şerê dagirkeriyê hatine kuştin, û 30'ê din jî birîndar bûne. Wezareta Dagirkeriya dewleta Tirk got, di teqînê de 11 jê zarok 40 kes mirine û 47 kes jî birîndar bûne. Kanala Televîzyonê ya Rûs Russia Today jî ji teqînê komên çete bi xwe tohmetbar kirin ku her şerê hev dikin li Efrînê. Teqîn wekî din nêzî nûqteya çetaya Siltan Murad ya ku MÎT’a Tirk ew damezrandiye, çêbûye. EFRÎN