Mele Nîzamettîn Kaplan, êrişên li ser goristanan şermezar kir û diyar kir ku li aliyekî qala biratiyê dikin, li aliyê din jî dibêjin ‘kurdê herî baş ê bêgor e û got: "Dest nedin nirxên me yên pîroz."
Êrişên li ser goristanan ên li Mûş, Wan, Gever, Çewlik, Farqîn û Hezexê hatî kirin dewam dikin. Goristana li Gundê Sîsê yê Licêya Amedê careke din hat rûxandin. Her wiha nerazîbûnên li dijî van êrişan jî didomin. Mele Nîzamettîn Kaplan jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku nêzîkatiya ku li cenaze û goristana tê kirin di ti dînî de nayê qebûlkirin û got: “Erişên li ser goristanan tên kirin ne tenê di ola îslamê de, di tu olan de cihê vê nîn e. Ji ber ku pêxember hurmet daye miriya. Di herbê de jî dema yekî xeyrî muslîm dihat kuştin tu texrîbat li cenazeyên wan nedikir.”
Kaplan, anî ziman ku beriya çend sala digotin li Kurdistanê kurdê herî baş kurdê mirî ye û wiha axivî: “Niha jî dibêjin ‘kurdê herî baş yê bê mezel e.' Ev tiştekî pir şerm e. Rojekê cenazeyê yekî cihû li ber pêxember derbas dibe, radibe jê rêzê digire. Sehabe jê re dibêjin ‘ya Resûlullah ev ne misilman e cihû ye.’ Pêxember dibêje, 'ma ne mirov e?' Ji ber ku mirov bû jê re rêz girt. Îro êrîşên li ser goristanên gerîla tên kirin tiştekî gelek şerm e, eyb e. Serokkomar, Wezîrê Karê Navxweyî dibêjin em birayê hev in lê îro goristanan xerab dikin û tehamul nakin.”
Kaplan, destnîşan kir ku di dînê îslamiyetê de destnedayîna goristanan heye û got: “Nahêlin mezelekî me jî hebe. Êdî bes e destên xwe ji goristanên me bikişînin. Bila dilê dayik û bavan zêde neşewite. Di vê meha pîroz de pêşiya çend rojan goristana Licê hilweşandine. Ji bo xatirê vê meha pîroz bes e êdî. Dest ji nirxên me yên pîroz berdin.”
MA/AMED