Numreyên Başûr
Çeteyê ku piştî hatiye Tirkiyê derbasî herêma Cerablus û Minbic bûye, dema êrîşên li ser Kobanê yên dawî destpê kirine jî, dîsa derbasî Tirkiyê bûye û di sînor re hatiye Rojava. Lê rojek piştî ku derbasî Rojava bûye jî di şer de hatiye kuştin. Her wiha li gel heman çeteyî gelek hejmarên telefonan ên çeteyên DAIŞ’ê jî hatine girtin. Di nava telefonan de hejmarên telefonên ji Başûrê Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê jî hene. Welatiyên gundên rojavayê herêma Kobanê nirxandinên ku nîşan didin çete di sînor re derbas dibin, anîn ziman. Welatiyan destnîşan kirin ku pevçûnên li herêmê didomin, dewleta Tirk jî sînorên xwe li pêşiya çeteyan vekirine û wan bi çavên xwe dîtin ku çawa çete li pêşiya çavên leşkerên Tirk derbasî devera nêzî gundê Ziyaretê ya herêma Kobanê dibin û êrîşî welatiyên sivîl dikin.
Di Tirkiyê re çû Rojava