Çaxê çeteyên DAIŞ’ê Mûsil dagir kiribûn, wan ji bo peydakirin û talankirina şunwaran û berhemên dîrokî gelek tunel kolabûn ku ji wan re tunelên xizneyan dihat gotin. Niha arkeologên Elman ên ji Zanîngeha Heidelbergê dibêjin wan qesreke kevin a serdema Împaretoriya Asûran di wan tunelan de kifş kiriye. Ev qesr jî mirovan kariye xwe bigihîniyê, bi tenê ji ber ku herêma li ser wê bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye teqandin. Di nava tunelên li binê girekî de ku gora li serê weke ya Nebî Yûnis tê qebûlkirin, di binê mizgefta rûxandî de qesreke eskerî ya Împaretoriya Asûriyan hatiye dîtin. Di nava kompleksê de perestgehek jî heye. Ev qesr ji sedsala 6’an yan jî 5’an beriya mîladê maye. Sembola paytexta Asûriyan gayê bi per û bask jî weke rolyef lê hatiye dîtin; di mîtolojiya Asûrî de ew dergevanê keleh û bajaran e. Çeteyên DAIŞ’ê mizgefta harîqulade ya ji sedsala 12’an rûxand û di binê wê de bi sedan metreyî tunel kolan; wan dixwest xizne, berhemên kevnar bibînin û bifiroşin. Ha di wan tunelan de arkeologên Elman odeya text a 2 hezar salî ya 55 metroyan dirêj kifş kir. Ew jî girêdayî qesra eskerî bûye. DAIŞ’ê hovîtiya hukmê xwe bi firotina petrolê (rojane heta bi milyonek û 645 hezar dolarî), revandina mirovan (sala par herî kêm 20 milyon dolar), qaçaxçîtiya mirovan, şelandin û firotina berhemên kevnar fînanse dikir. Ji ber wê jî rûxandina mizgefteke ji sedsala 12’an ne muhim bû ji bo çeteyên DAIŞ’ê. HEIDELBERG