GULISTAN AZAK / JINNEWS / AMED
Helbestkar Sultan Yarar ku pirtûka wê ya helbestê ya bi navê ‘Beyî te’ derket, dibêje, pirtûkê behsa jinê kiriye, yanî helbestên wê bi rengekî balê dibe ser pisgirêkên civakî, êş û kêfxweşiyan. Ji Jinnewsê Gulistan Azak li Amedê bi Yarar re peyiviye.
Sultan a ji navçeya Mêrdînê Şemrexê, hîna zarok hatiye zewicandin û 4 zarokên wê hene. Wê xwe li xwendinêpaşê qewimand û ji derve lîse qedand. Ew hez ji xwendinê dike û bi gotinên wê “Zêdetirî 30 salan e ez dixwînim. Ez roman û çîrokan dixwînim.” Xwendin mirov pêşve dibe. Yên ji xwendinê hez nekin nikarin bijîn
Gava ku Sultan pirtûka xwe dide nasîn jî dibêje, “Min xwest ez hest û nêrînên xwe parve bikim. Min tiştên dilê xwe nivîsîn. Par nexweş ketim. Li ser vê min got ‘jiyan ne dirêj e û divê em tiştekî dirêj nekin’. Kesên derdora min gotin ‘Helbestên te baş in, binivîse, te çima pirtûk nenivisiye? Min digot divê cesaretek mezin hebe. Li ser israra hevalan min gelek helbestkar dîtin. Ez çûm cem Mamoste Azad. Min helbestên xwe nîşanî wî dan. Piştre me biryara çapkirinê da. Me navê pirtûkê ‘Bêyî te’ danî.”
Divê pênûsa jinê azad be
Sultan Yanar di heman demê de endama Koma Helbestan a Amedê ye û li ser elaqeza wê û nivîsîna helbestan ew wiha rave dike: “Beriya komê jî min dinivîsî. Lê ne evqasî. Piştî bûm endama komê, min xwe bi pêş xist. Me her tim helbest dixwendin. Vê jî em bi pêş xistin. Koma Helbestê cesareta nivîsandinê da min. Divê pênûsa jinê azad be.”
Ew dibêje jin dikarin her tiştî bikin û wiha dewam dike: “Jin dikarin her tiştî bikin. Tenê bila bixwazin. Divê jin nefikirin wê mêr çi bibêjin û bila wiha binivîsin. Mêr çi dibêjin bila bibêjin divê jin binivîsin.”
Evîndarê zimanê xwe me
Serpêhatiya wê ya nivîsandina bi Kurmanciyê jî bi Kurdî-Derê dest pê kiriye: “Ez bi rastî evîndarê zimanê xwe me. Piştî ez çûm Kurdî-Derê min dest bi nivîsandina Kurdî kir. Em biçûk bûn, lê em bi Tirkî nediaxivîn. Em li dibistanê hînî tirkî bûn. Me zimanê xwe ji bîr kir. Ez li Kurdî Derê fêrî dîroka Kurdistanê bûm. Piştre min dest bi nivîsandina bi Kurdî kir.”
Ew dixwaze jin bêhtir binivîsîn, bêhtir bi Kurdî û rastiyê binivîsin, “Heger di helbestê de rastî tine be, ew helbest nîvco ye. Divê rastiya civakî ya helbestê bê nîşadan. Dema xwe di wir de bibînin. Ji ber vê, ez dixwazim xwendevanên min helbestên min bi wate bikin. Divê êş û kêfxweşiyên xwe tê de bibînin. Min di pirtûka xwe de cih da van hemûyan.”