Romana nivîskar Helîm Yûsiv “Gava Ku Masî Tî Dibin” sala 2008’an de bi Kurmancî hatibû weşandin û niha ev roman ji bo Îngilîzî jî hat wergerandin. Her weha pirtûka nivîskar a “Jinên Qatên bilind” jî ji alî Ferhad Çomanî ve wê bo Soranî were wergerandin.

Romana Helîm Yûsiv “Gava Ku Masî Tî Dibin” serê meha pêşiya me dê bê belavkirin. Roman ji aliyê Midja Ahmad û Serkewt Rahimi ve ji bo Îngilîzî hatiye wergerandin û bi navê xwe yê Îngilîzî “When Fish Get Thirsty” ji Weşanên Mira puplishing Haus ve li paytexta Ingilistanê Londonê hat weşandin.

Weşanxaneyê şiroveya du nivîskaran di berga pirtûkê de weşandiye. Ji wan nivîskaran ê Îrlandî Aiden O’Reilly li ser pirtûkê gotiye: “Roman bi giştî surprîzek bû ji bo min û ez xistime bin bandora xwe de, û ez hîs dikim ku hişmendiyeke tûj li paşxaneya vê berhemê heye. Ger ez mînakekê bidim, piştî çend şeran, talankirina gundiyan, wêrankirina gundên reben, û sîxurbûna hevalan, xwendevanan dixe nav gumana dirustbûna şervanên azadiyê yên Masî. Xwendevan çawa dikare piştrast be ku ev şervan ji aliyê exlaqî ve rast in û leşker û ‘xayîn’ xelet in? Di vê gavê de vebêjer dibêje: “Masî dizanîbû ku ev şer wekî mekîneyeke mezin a şer e û ya rastî ew jî parçeyekî wê bû. Ji nişka ve pirsên di serê wî de bi fikrên gunehkariyê re cî diguherandin.


Dilxwaziya xwekuştinê

Dilxwaziya xwekuştinê ya şervanên azadiyê ku tercîhî girtîgehê dikirin di gava bêçaretiyê de jî min bêhizûr dike. Xwendevanî nêzîkî şerr e, nêzîkî mêjiyê Masî ye û şahid e bê Masî li çi difikire, û her weha xwendevan (ên li cîhana rojava) wê bibine xwedî guman derbarê exlaqîbûna berxwedana van şervanan de, û meraq dikim bê gelo ew tundrawên xapandî ne. Ne tenê xwendevanên ewropî, lê pirraniya xwendevanên ji parçeyên din ê cîhanê wê xwedî guman bin li ser şerkirin û mirina ji ber sedemeke siyasî.”


Kerrîtiyeke sembolîk

Her wiha wergêr Lucy Johnson jî ji bo pirtûkê wiha nivîsiye: “Ev çîroka lezok ku bi sembolan dagirtîye, me digire dibe nava dil û mêjiyê şervanên Kurd yên azadiyê. Em li rasta karekterên ku ji bo azweriya evîndarekê, ji bo serdestiya siyasetê, ji bo macerayan, û ji bo evîna malbatê tên. Komeke ji vebêjerên nejirêzê, xwendevanan digihîne kûrahiya jiyana warekî hişk ku xwedî rûdaneke hişktir ya siyaseta rastîn e ku xiyanet li rê ye û piraniya caran tê wateya mirinê. Bi tecrûbeyên me re, berxwedana gelekî ku li dijî zilmeke mezin disekine ku pirraniya wan hîn nikarin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, dibe sedema kerrîtiyeke sembolîk di navbera mexdurên vê rewşê de.” 


Berê bi TIrkî, Farisî û Soranî jî hatibû wergerandin

Romana ku bi Kurmancî hatibû weşandin li Başûr ji aliyê Weşanên Endîşe ve ji bo Soranî jî hatibû amadekirin û weşandin. Her wiha roman ji bo Tirkî û Farisî jî hatibû wergerandin û weşandin.

Pirtûkên Helîm Yûsiv li Bakur ji aliyê Weşanên Peywendê ve têne weşandin. “Gava Ku Masî Tî Dibin” demek berê bi çapa duyem bi Kurmancî hatibû weşandin.


Jinên Qatên Bilind êdî Soranî ye

Pirtûka nivîskar a “Jinên Qatên Bilind” jî bi wergeriya Ferhad Çomanî di heman demê de dibe milkê edebiyata Soranî. Helim Yûsiv derbarê wergera Soranî de li ser hesabê xwe yê Facebookê ev agahî parvekirin: “Şanaziyeke mezin e ji her nivîskarê kurmancînivîs re ku berhema wî bi zaravayê Kurdî yê din “Soranî” jî derkeve. Biryara nivîskarê kurd Ferhad Çomanî ku çîrokên pirtûka min “Jinên Qatên Bilind” veguhêze ber destên xwendevanên Soranî ji bo min jî cihê dilxweşiyê ye. Ji niha ve spas kak Ferhad.”


 NAVENDA NÛÇEYAN