Gelek jinan helbest û çîroka xwe ya yekê li zindanê nivîsandiye. Xwe di zindanê de perwerde kirine. Xebatên di warê wêjeyê de li zindanê kirine. Loma di wêjeyê de divê em her balê bikşînin ser mijara Wêje û Zindanê.

Li Êlihê Rojên Wêjeyê yên Batmanê yên 2´yê bi organîzasyona Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Senê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto û Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) li Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê dewam dike. Di çarçoveya bernameyê de pêr panela di wêjeyê de jin hat lidarxistin. Di panelê de di destpêkê de Sultan Yaray li ser mijara di wêjeyê de helbest û jin axivî. Piştre Roza Metîna li ser mijara Wêje û jinê, Herdem Merwanî li ser Wêje û Zindan û herî dawî Xecê Şen li ser mijara di wêjeyê de zayendperestî axivî. Moderatora panelê jî Dîlan Aydin bû.

Jin e ya ku wêjeyê geş dike 

Sultanê bal bire ser zextên di warê wêjeyê de li jinê tên kirin û got, “Helbest jinê azad dike. Jinê ji bo helbestê û wêjeyê têkoşîneke mezin kir. Mêran nexwestiye ev têkoşîn bê dîtin. Loma jin her dem bi zextên cur bi cur re rû bi rû hatine hiştin. Loma ji bo jin li ser piyan bimînin divê di nava çar dîwaran de asê neyên hiştin. Çimkî jin e, ya ku wêjeyê geş dike û civakê bi pêş dixe. Ji bo bipêşketina jinê em ê her dem li ber xwe bidin.”

Rengê tundiyê xwe disipêrin zayendperestiyê

Rozayê jî anî ziman ku jinê ji bo wêjeyê gelekî xwe êşandiye û westandiye: “Gelek navên jinên ku di warê ziman û wêjeyê de xwe westadnine hene. Lê gelek kes bi van navan nizanin. Ji ber ku bi salan e ji ber zihniyeta baviksalarî keda jinê hatiye binaxkirin. Rengên tundiyê di heman demê de xwe dispêrin zayendperestiyê. Hemû têgehên namûsê ji ser bedena jinê tê meşandin. Ji ber ku heta niha jî ev zext û zordestiya li ser jinê dewam dike, loma jin di qada wêjeyê de zêde derneketiye pêş. Lê her dem wêje bi teşiya jinê tê rêsandin.”

Jinan li heps û zindanan nivîsî

Herdem Merwanî jî bal bire ser mijara wêje û zindanê: “Jinên di zindanan de ti carî serî netewandin. Wan her dem zindan ji xwe re kir meydaneke zanînê. Gelek jinan helbest û çîroka xwe ya yekê li zindanê nivîsandiye. Xwe di zindanê de perwerde kirine. Xebatên di warê wêjeyê de li zindanê kirine. Loma di wêjeyê de divê em her balê bikşînin ser mijara Wêje û Zindanê. Ji ber ku dema em behsa wêje û zindanê nekin, wêje wê kêm bimîne.”

Zayandperestî zirarê dide wêjeyê

Herî dawî Xecê Şen behsa mijara di wêjeyê de zayendperestiyê kir: “Di wêjeyê de zayendperestî mijareke girîng e. Dema em lê dinêrin hem di wêjeyê de hem jî di nava civakê de gotinên zayendperest pirr tên bikaranîn. Gotinên mîna ‘Bûka biçûk’, ‘Biratiya gelan’, ‘Xwedê birayê te bihêle’ û yên din gelek in. Dema ev gotin tên bikaranîn, ev li ser binhişiya civakê jî bandoreke gelekî neerênî dike. Divê em di her warî de xwe ji zimanê zayendperest dûr bixin. Gotinên zayandperest zirarê didin wêjeyê û civakê.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

JINNEWS/ÊLIH