HAWKAR MISTEFA/ROJNEWS/ŞAREZÛR


Yekemîn sempozyuma Mewlewî bi dirûşma ‘Mewlewî rêberê berovajîbûna di wêjeya Kurdî de’ li beşê Kurdî yê fakulteya Perwerde û Zanistên Mirovî yê Zanîngeha Helebce ya Şarezûrê hat lidarxistin. Sempozyum bi armanca zindîkirina helbest û girîngîdayîan bi wêje û helbestên Kurdî pêk hat. 

Sempozyum doh  li Salona Beşê Kurdî yê Fakulteya Perwerde û Zanîstên Mirovî yê Zanîngeha Helebce li Şarezûr pêk hat. Gelek berpirsên hizbî, hikûmî, parlamenterên Herêma Kurdistanê, rewşenbîr û çalakvanên Şarezûr tevlî sempozyumê bûn. Her wiha gelek mamosteyên zanîngehê der barê mijarê de gotarên xwe pêşkêş kirin.

Têkildarî mijarê serokê Lijneya Ragihandina Yekemîn Sempozyuma Mewlewî, Nalî Edhem  got, “Armanca me ya sereke ji vê Sempozyumê ew e ku aliyekî din yê jiyana Mewlewî di aliyê zanist û wêjeyê de di berhemê helbestan de derxînin holê. Me bi vê armancê sempozyum li dar xist û me ev yek di sempozyumê de bi şeş semîner û du wê panelan kir.”

Nalî Edhem axaftina xwe wiha domand, “Her wiha ji derveyî berhemên Mewlewî, hinek mijar ji bo Helbestvan Nalî jî di sempozyumê de hatin veqetandin. Berhemên çîroknasê Kurd Şehîd Şêx Merûf Berzencî jî hatin nîqaşkirin ku bi wê riyê  xizmetê ji bo wêje, hunera Kurdî bikin.”


Sempozyum wê bibe adetek

Serokê Lijneya Ragihandina Yekemîn Sempozyuma Mewlewî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bê guman em ê vê sempozyumê bikin bernameyek ku di salên pêş de jî dewam bike. Ji bo wê jî pêwistiya me bi alîkariya kesên pispor yên di hêla wêje û hunerê Kurdî de heye da ku mezintir û berfirehtir bibe.”

 

Panelên sempozyumê ev bûn:

* Lêkolînkirina nasnavê wêjevan Nalî, ji aliyê Profesor Dr. Mihemed Mehuyî ev gotar pêşkêş kir.

* Felsefeya Yekem a Mewlewî, Cigirê Profesor Faruq Mihemed ev gotar pêşkêş kir.

* Di helbestên Mewlewî de çemê Xeman, Cigirê Profesor Faruq Mihemed ev gotar pêşkêş kir.

Di beşa piştî nîvrojê de panela duyem pêk hat, ew jî ji sê mijarên wêjeyî yên li ser helbestên Mewlewî û Nalî bû.