Kovara Çirûsk a hunerî û ramanî bi edîtoriya Rênas Jiyan bi hejmara xwe ya 24’emîn derdikeve pêşberî xwendevaran. Çirûsk di rêwitiya weşangeriya Kurdî de heşt salên xwe temam kirin. Wê demê ku Kovara Çirûsk dest bi weşanê xwe kir, gelek kovarên kurdî derdiçûn. Ji wan gelek niha weşanên xwe nadomînin. Dibe ku baweriya gelek kesan jî ev bû; Kovara Çirûsk jî wê yek ji wan kovaran be. Lê Çirûsk di nava ew qas salan de tiştek ji xwe kêm nekir berovajî her ku wext di ser re çû gelek tişt li xwe zêde kirin. 

Di kovargeriya kurdî de “hîs” xurt bû lê ‘hiş“ qels bû, ji ber vê yekê jî xwînerên Kurdî bîrçîbûna xwe ya ramanî bi zimanekî din têr dikir. Di zimanê Kurdî de têkiliya “hîs” û “hiş” û armanca kovarê Rênas Jiyan wiha bi lêv dike: “´Çirûsk´ agirê dîrokî, agirê Medî, Zerdeştî, Êzdî û kurdewariyê ye. Me bi kovara ´Çirûsk´ê hewl da ku em “raman”eke Kurdî ava bikin. Bi Kurdî “hîs”ên me hebûn lê “raman”ên me tune bûn; ji ber vê yekê me “Çirûsk” wek kovareke ramana bi Kurdî ava kir; herwiha me cih da nivîsên “hunerî” jî, mirov ji “hîs” û “raman”an pêkhatî ye, yek ji van kêm be mirov jî kêm e. Piştî 7-8 salên kovarê em bala xwe didinê ku êdî bi Kurdî ´raman´ û teorîyek bi pêş ketiye.”


Kovara Çirûsk û Çirûskîzm

Meriv dikare bibêje ku tişta ku Kovara Çirûsk li ser lingan hişt ekola “Çirûskîzm”ê ye. Temenê “Çîrûskîzm”ê ji kovarê jî kevntir e, berhema bi navê “ Çirûskizm” ji alî Rênas Jiyan ve sala 2012´an hat weşandin, lê belê Rênas Jiyan hê di paşgotina “Mexzena Xwînê” (2003) de ekola “Çîrûskîzm“ aşkere dikir. Rênas Jiyan ji bo pêdaketin û hizirîna li “ Çirûskîzm”ê dixebite , xwe “diêşîne”. Her wiha nivîskar pêwendiya Kovara “Çirûsk” û “Çirûskîzm”ê wiha destnîşan dike: “Kovara ´Çirûsk´ê weşana fermî ya ekola ´Çirûskîzmê´ ye, lê rûpelên kovarê li hemû hiş û dil û pênûsên Kurdan vekirî ne”. Kovara Çirûskê wekî laboratuwara “Çîrûskîzm”ê xebitî.

Her wiha Rênas Jiyan ekola Çirûskîzmê jî dide nasîn. Nivîskar behsa 6 hêmanên Çirûskîzmê dike û vedibêje: “Ekola Çirûskîzmê bi kurtasî wisa ye: Wek ekoleke hunerî-ramanî Çirûskîzm ji 6 hêmanan ava dibe: 1. Goşt 2. Bîr 3. Çirûsk 4. Agir 5. Êş 6. Azadî. Ev hêman bi vî awayî di ekolê de difesilin: Goşt di Çirûskîzmê de fenomeneke bingehîn e, ew “tişt”ek e, ew alav an jî objeyek e, wek kevirekî, wek hesinekî û hwd. Di qonaxa serî de goşt hê ne‘bû’ye mirov, ger xwe biêşîne wê hêdî hêdî bi´b´e mirov. Di Çirûskîzmê de “bûn” girîng e, biqasî fenomenolojiyê di Çirûskîzmê de jenaelojî jî girîng e, “bûn” ev jenaelojî ye. Mirov bi awayekî fenomenolojîk tiştek e, ev tişt an jî alav goştek e.” 


Kovar bû wargeha nivîskarên nû

Kovar ji bilî laboratûwara Çîrûskîzmê bû wargeha nivîskarên nû. Gelek nivîskarên nû bi saya kovarê rahiştin pênûsa xwe û dest bi nivîsê kirin. Ev tişt ne tenê ji bo kovargeriyê her wiha ji bo wêjeya Kurdî jî geşedaneke pir girîng e. Rênas Jiyan ji bo nivîskarên nû kêfxweşiya xwe tîne ser zimên û dibêje: “Bi dehan, bi sedan nivîskarên nû cara yekem di “Çirûsk”ê de dest bi nivîskariyê kir. Îro gelek ji wan xwedî pirtûk in. Nivîskarên bitemen jî ji bo me xwedî xatir in, lê belê em bi pirranî vê kovarê ji bo nivîskarên nû derdixin. ´Çirûsk´ ji bo zêdekirina pênûsên Kurdî, ji bo raman û azadiya Kurd û Kurdistanê hewl dide.”

Rênas Jiyan diyar dike ku di rêwitiya kovarê de gava yekemîn “êş“ e û wiha dibêje “Çirûsk” kovareke azadiyê ye, lê xebata azadiyê xebateke dijwar e, divê mirov xwe bûjenî (madî) û giyanî (manewî) gelekî biêşîne.”


Çîrûsk wek her car vê carê jî bi naverokeke têr û tijî derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Di hejmara 24’emîn de bi wêjekar Şener Ozmen re li ser romana wî ya dawî “ Gramera Bêhizûr” hevpeyvînek heye. Çirûsk bi her hêjmara xwe ya nû nivîskarekî/e Kurdî dide naskirin, vê carê jî der barê jiyan û helbestên Çerkezê Reş jî dosyayek taybet cîh digire. Jixwe pirtûka Çerkezê Reş a bi navê “Şorişa Xebera” di wan rojan de bi edîtorîya Rênas Jiyan de ji weşanxaneya Belkî derçû. Ji pênûsa Mem Zînistanî li ser rexneger Harold Bloom bi navê “ Ramangeriya Metirsiya Bandorgirtinê ya Harold Bloom” gotarake balkêş heye. Wekî her car vê carê jî Rênas Jiyan bi nivîsa xwe tevlî refên nivîskaran bûye. Rênas Jiyan bi nivîsa xwe ya “Aforizmayên Afarozkirî” , bi aforizmayên xwe derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Her wiha ji nivîskarên cuda cuda helbest, gotar û dosya hene.


ÎBRAHÎM BULAK