Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta şervanekî xwe yê Alman ku di operasyona Hêzên QSD’ê ya Xezeba Xabûrê ya li Şedadê de jiyana xwe jidest daye, eşkere kir. YPG’ê ragihand ku şervanê wan Gunter Helsten (Rûstem Cûdî yê bi eslê xwe Alman di operasyona Xezeba Xabûrê de di şerê li dij çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye. 

Daxuyaniya YPG’ê de hate destnîşan kirin ku li Rojava şerê ji bo mirovahiyê tê nîşandan û wiha hate gotin:  “Di Rojava de netew û olên cuda xwestin wekhev jiyan bikin. Dagirkerên xwestin ev dewlemendîya gelan bixin bin destê xwe ji bo wê berê xwe dan wê heremê û ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj dest bi parçakirina gelan kirin. Nav gelan de pevçûnên olan, netewan û mezheban xwestin derbixin. Bi vê armancê haya roja me ya îro êrîşên hovane ser van gelan çêbûn u herî dawî jî bi peşengtiya DAÎŞ û hevkarên xwe ve êrîşên derveyî mirovahîyê dikin..

Her çiqas armanca DAÎŞ û hevkarên wan ku Rojava bixin cihê şer û pevçûnên gelan, lê rastiya mirovahî û felsefeya wê ne hişt ku armanca terorîstan pêk were. Tiştê ku zelalbû û derket holê ku ev êrîş ne tenê ser hin gel û olan e, ev êrîş li ser tevahî mirovahiyê ye. Lewma Şoreşa Rojava jî tekoşîna xwe dispere armanca jiyana azad a hemû gelan. Hewldide hemû nirxên hevpar a mirovahiye bipareze û nûnertiye wê bike.”


‘Ji bo nirxên mirovahiyê têkoşiya’

Di daxuyaniyê YPG’ê de hate destnîşan kirin ku Gunter Helsten (Rûstem Cûdî) jî yek ji wan kesên ji bo nirx û rûmeta mirovahiyê tevlî berwedana Rojava bûye û wiha hate gotin: “Ji bo vê jî tevlîbûnên ji hemû gel û welatan ji bo şoreşa mirovahiyê çêdibe. Yek ji wan dilxwazan jî heval Cûdi bû. Heval Rûstem, 30 sal ji temenê xwe bi leşkertiyê derbaskiri bû. Him di artêşa Elman û him jî artêşa Fransa de leşkertî kiribû. Piştî salên direj a leşkertî ye armanca wî ya parastina nirxên mirovahî û peşerojek azad a ji bo zarokên hemû gelan berê xwe da Rojava. Heval Rûstem li pey wateya jiyanê azad hat Kobanê. Dixwast  jiyanê fêhmbike û rast bijî. Li Kobanê gihişt vê rastiyê; eger jiyan hebe wê ji bo nirxên civakê bi rûmet û azad werin jiyankirin, ji bo vê jî bêyî teredûd eger pêwîst be wê jiyana xwe di ber lêgerîna heqîqatê de feda bikin.”


‘Bi fedarakî tevgeriya’

Têkildarî dilsozî û têkoşeriya Gunter Helsten (Rûstem Cûdî) jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “ Her wiha heval Rûstem her tim digot “Şoreş ne bi tenê şer û hilgirtina çekê ye, şoreşe rast famkirina jiyanêye. Lê ji bo parastina jiyanê  û nirxên mirovahiyê em amedene di şerê herî giran de jî bi serbikevin.” Li ser vî esasî heval Rûstem di nava şoreşê de her tim bi zanistî û fedakartiyekî mezin tevgeriya. Di şerên Kobanê, Hasekê, Çiyaye Kezwanan de cihê xwe girt.  Li ser şopa Bagok, Kemal, Dilsoz, Gabar, Rojwan, Aryêl, İvana û hemû şehîdên şoreşê meşiya. Bi qehremantî şer kir. Di pêngava Xezeba Xabûr de li bajorekê Şeddadê tevli kerwanên cangoriyên mirovahiyê bû. Em wekî hêzên YPG û YPJ di serî de ji bo malbata şehîd Rûstem û hemû malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin. Em soza xwe dûbare dikin ku armanca şehîd Rûstem û hemû şehîdên şoreşê pêk bînin û heya dilopa xwîna xwe ya dawî tebikoşîn.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN