
Şerîf Kayran sala 1976´an li Liceyê ji dayik bûye. Weke gelek Kurdan, malbata wî jî di zarokatiya wî de koçberî Stenbolê bûye. Wî di zarokatiya xwe de, dest bi karê hunerê kir û heta niha 9 albûm jî weşandine. Di hevpeyvîna bi me re, me agahî û nihêrînên wî ji bo albûma "Şoreşa Rojava" girtin.
Şoreşa Rojava ji bo bîranîna "şehîdan" e
Kayran ji mêj ve bi karê hunerê re mijûl jî be, albûma wî ya yekem a bi Kurdî "Sorgula min" e ku sala 2006´an ketiye bazara muzîkê. Albûma wî ya bi navê "Hêlîna min" min salekê paşê hat weşandin. Albûma "Şoreşa Rojava" jî ya sêyemîn e.
Kayran ji bo vê albûma xwe dibêje, "Rojava îro ev du sal in, şoreşeke bê hempa dimeşîne. Bi taybetî jî Kobanê, bi qehremaniya şervanên Kurd dengekî mezin daye cihanê. Li Rojava gelek lêheng şehîd bûne. Ez hewqas di bin tesîra wan qehremanan de mam, ku min xwest ez albûma xwe ya nû ya "Șoreşa Rojava" ji bo bîranîna wan şervanan amade bikim."
Albûma hezkirinê
Di albûma Şoreşa Rojava de 11 stran hene ku li ser hezkirina "welat" û "kesekê/î" ne. Hunermend dibêje, ew bi albûmê şoreşa gelê Kurd û şoreşvanan li her çar parçeyên Kurdistanê bibîr tîne, nexasim li Kobanê û Şengalê û wisa pêde diçe: "dema em diçin Rojava, em şehîdên xwe, rûmeta xwe yê qehreman YPG û YPJ tînin ziman; dema em diçin Kobanê, wê demê berxwedana pakrewanên xwe YPG û YPJ tînim ziman."
Heya sax bim Şengalê ji bîr nakim
Di albûmê de strana Șengalê jî heye ku qirkirina li dijî Kurdên Êzîdî li Şengalê mijara wê ye. Kayran ji bo Şengalê weha dipeyive: "Şengal birîneke mezin e, di dilê me hemiyan de. Heya bijîm, ez êşa Şengalê ji bîr nakim." Kayran azadkirina çiyayê Şengalê bi bîr xist û îşaret kir bi grîngiya dewamkirina alîkariya bi penaberên li Şengalê û ji Şengalê jî.
Qendîl dîroka berxwendanê ye
Yek ji stranên di albûmê de jî bi navê "Qendîl" e; di vê biwarê de Kayran dîroka Qendîlê gelek dirêj û hêviyên şehîdên rûmetê û ji bo gel gelekî girîng e.
Di strana Şoreşa Rojava de gotinên dayika Şervan Muslim bi bîr dixe û dibêje, gotinên "Eyşe Efendî gelekî tesîr li min kirin, wê got, ´Ezê rakime, ezê rakim, ez! Wellehî ezê herim, wellehî ezê sîlehê te rakim Șervan´, ez gelekî pê êşiyam. Vê axaftinê dilê min şewitand û min diyarî Șervan Muslim kir ev stran. Ez malbatên şehîdan baş fêhm dikim, êş û jana wan, birîna wan, hêmî fêhm dikim, ji ber ez jî ji malbatekê şehîda me."
Kobanî dibêje ´em dikarin bibin yek´
Li ser bergê albûmê wêneyên gelek kesayetên Kurd hene. Kayran sedema vê weha rave dike: "ez bibêjim li Bakûr, Seyîd Riza û Nûrî Dersimî di serhildana Kocgirî de. Wuha jî Șêx Seyîd. Mîsal li Başûr Mele Mustafa Berzanî û li Rojhilat Simko Axa. Bi vî rengî bi hezaran canê xwe dane. Ev jî, ji bo min hebûna Kurdistanê sembolîze dike."
Kayran li hemberî êrîşên hovane yên hêzên tarî îşaret bi grîngiya yekîtiya gelê Kurd dike û dibêje: "Weke ku mamosteyê nemir Cigerxwîn jî digot: Ger hûn nebin yek, hûn e herin yek bi yek. Îro Kobanê nîşanî me da, ger em bixwazin, em dikarin bibin yek."
Li ser zimanê dayikê jî Şerîf Kayran dibêje, "weke hunermendekî ku li Stenbolê dijî, ez wanê eslê xwe înkar dikin şermezar dikim. Lê rojek wê were, ku ew kesê ku aslê xwe jibîr kirine, bila baş zanibin, ku li Kurdistanê cihê wan tunebe. Hemû ziman xweş in, lê zimanê dayikê ji her zimanî xweştir e."
Ez lêborîna xwe ji gelê Kurd dixwazim
Li ser pirsa, baş e heta îro tu li ku bûyî jî Kayran dibêje, "di wî warî de ez lêborîna xwe ji gelê Kurd dixwazim, ji ber ku min gelek dereng dest bi hunera bi zimanê kurdî kir. Lê ez wê jî bêjim, piştî ku ez şiyar bûm, min xwe nas kir û min dest bi hûnera kurdî kir. Gelek kesên weke min hene, hêdî hêdî şiyar dibin, ez hevîdar im hemû hunermend şiyar bibin û li çanda xwe xwedî derkevin."
LEYLAN UCA