Jiyaneke bi biratî
Li Dêrika Hemko jî mîna hemû bajaran din ên Rojavayê Kurdistanê neteweyên li vî bajarî bi hev re, di nav biratiyê dijîn. Cejnên hev pîroz dikin, rojên teng û fireh bi hev re dibihûrînin.
Mûdûrê Aborî yê Şaredariya Dêrika Hemko Ehmed Wehiş ku bi eslê xwe ereb e der barê jiyana hevbeş a netewan de axivî û diyar kir ku li herêma Rojava ev bi salane beyî tu pirsgirêk rû bidin di nav yekîtiyê de jiyan e. Wehîş destnîşan kir ku li bajarên Sûriyeyê rewşeke bi vî rengî ya dostanî û biratiyê tune û ew dixwazin her tim vê biratiyê biparêzin. Wehiş weha got: " Em li Dêrikê bi hev re dijîn tu cûdahî di navbera xwe de rû nade. Nakokiyên ku derdikevin tu carî di bingehên netewî de nebûne. Kurd, Ermenî, Ereb û xiristiyan an bi hev re dijîn.
Ji şêniyên Dêrikê Beyda Îsmaîl ku bi eslê xwe ereb e jî ji ber biratiya netewan a li Rojavayê Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ''Ev 14 sal in ez li Rojavayê Kurdistanê dijîm. Ez tu carî li rastî cihekariyê nehatime. Ez li welatê xwe dijîm".
Kes nikare xira bike
Fehmî Şemûn yê Asûrî jî da zanîn ku hîmên biratiya gelan li Dêrikê hene, tu kes nikare cûdatiyê bixe nav netewên Dêrikê û vê xira bike û got: “Tevî hemû rewşên zor û zehmet jiyaneke wiha heye. Em bi biratî bi hev re dijîn.”
Ji şêniyên navçeyê yê kurd Mihemed Derwêş jî bal kişand ser têkiliyên di navbera netewên Dêrikê de û destnîşan kir ku rêjîma BAAS´ê bi polîtîkayên taybet xwest nakokiyan bixe navbera netewan, lê li hemberî van polîtîkayan bi salan bi hestyarî tevgeriyan e û rê nedane vê yekê. Derwêş weha got: "Rejîmê niikarîbû jiyana me tevlihev bike. Em niha jî tevî van rewşen awarte û zexmet dîsa bi azadî bi hev girtin û biratî li Dêrkê bi hev re dijîn.”
ANF/DÊRIKA HEMKO