Di 39 salan de 4 kongre
Partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê di mijara kongreyên xwe de xwedî sîcîleke xerabin. 39 sal berê di 1’ê Hezîrana 1975’an de li Şamê YNK ji aliyê Talabanî ve hat avakirin, yekemîn kongreya xwe di 1992’an de pêk anî, ya duyemîn di 2000’î de, ya sêyemîn di 1992’an de pêk anî. Li gorî çavdêrên Başûr civîna 2000’î ne kongre, konferans bûye. Ji ber vê sedemê jî civîna 2010’an wek kongreya sêyemîn tê nirxandin. Di kongreya 2010’an de sozên girîng hatin dayîn, lê di 2004’an de di nava xwe de parçebûn pêk hat û di îlona 2013’an de bi hilbijartinan re têkçûneke dîrokî jiya.
Aloziya guhertinê
Di 2004’an de di nava partiyê de alozî derket û di encama vê de Kosret Resul û Noşîrvan Mustafa muxalefet kişand û li dijî Talabanî serî hilda. Talabanî di vê demê de hewl da ku muxalefetê hevseng bike, lê guherînên ku dihat payîn nekir, di 2009’an de Noşîrvan Mustafa riya xwe ji KNK’ê cûda kir. Tevgera Goran di hilbijartinên 2010’an de li Bexdayê 8 parlamenter derxist. Di hilbijartinên parlamentoya 23’ê îlona 2013’an de jî 24 kursî girt û bû hêza duyemîn ya başûrê Kurdistanê.. KDP´ê di 1946’an de hate avakirin û heta niha 13 kongre pêk anî.
Hikûmeta nû
Çaremîn kongreya YNK’ê di alî têkiliyên KDP-YNK’ê de gelek girînge. Di encama îtîfaqa stratejîk ya navbera partiyan de YNK îro pir qels ketiye. Rêveberên YNK’ê bi taybet di salên dawî de her tim dengê xwe bilind kirin ku ji pêvekbûna KDP’ê derkevin. Di demên dawî de di nav YNK’ê de di gelek mijaran de li dijî KDP’ê nêrîn têne nîşandan. Bi mehan e ku hilbijartin bidawî bûne, lê hukûmeta nû nayê avakirin. Lêgerîna KDP’ê ya bi partiyên din re hikûmetê ava bike didome. Hêj encameke cidî nehatiye girtin. Di hikûmeta nû de Goran û YNK dê pozîsyonek çawa bişopînin diyar nebûye.
SILÊMANÎ